Piştî bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk û daxuyaniya MSD’ê Amerîkayê daxuyanî da. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Peter Cook, diyar kir ku êrîşên artêşa tirk ên li ser herêmên ku DAIŞ tê de tune ye, nayên qebûlkirin. Cook got ku Amerîka di nava van hewldanan de nîn e û kordîne nake.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Peter Cook têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên liser herêmên Suriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Peter Cook diyar kir ku ew ji pevçûnên di navbera artêşa tirk, komên girêdayî wan û Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) de, bi fikar in.
Cook got: “Em dixwazin eşkere bêjin ku li herêmên ku DAIŞ tê de tune ye, pevçûn nayên qebûlkirin û di nava fikarên kûr de ne. Amerîka di nava van hewldanan de nîn e. Ev pevçûn ji aliyê hêzên Amerîkayê ve nayên kordînekirin û nayên destekkirin.”
Cook bang li hemû hêzên çekdar ên herêmê kir ku ji pevçûnan dûr bisekinin û deriyên danustendinan bikar bînin.
Artêşa Tirk ku bi îdîaya şerê li dijî DAIŞ’ê Cerablus dagir kiribû, bi DAIŞ’ê re lihev kir û êrîşî herêmên Minbic û Cerablusê yên hatine rizgarkirin kir. Di van êrîşan de komkujî pêk anîn û bi dehan sivîl hatin qetilkirin.
MSD’ê nerazîbûn nîşan dabû
Li ser êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk, di serî de gelên herêmê û gelek sazî û rêxistinan daxuyanî dabûn û nerazîbûn nîşan dabûn. Her wiha Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê hem nerazîbûna xwe anîbû ziman, hem jî xwestibû ku hêzên navnetewî û koalîsyona li dijî DAIŞ’ê helwest nîşan bide.