Di roja 27 heyva bûrî 2 teqînên xwekuj li bajarê Qamişlo demjimêr 9:25 yê sibehê rû dan li taxa Xerbî li nêzîkî navenda Asayîşê , di encamê de zêdey 50 kes jiyana xwe ji dest dan û hejmar di zêdebûnê de ye ji ber ku zêdey 175 birîndar hene û hin ji wan birînên wan giran in , û gelek jêder dibêjin ku ew barhilgira ku hate teqandin ji çargoşeya ewlehî derketiye bi taybetî ku tê zanîn ew cada ku bûyer li wir çêbû qedexe ye ku otombêlên mezin yan barhilgirên mezin di wê rê de herin û werin, û tişta ku mirov li ber matmay dimêne ku bi çi rengî çawa çilo barhilgira pez karîbû derbasî vê devera qedexe bibe bê ku huşiyarî hebe ji layê desthilatê..!!!
Ev pirseke xelqê Qamişlo pirs dikin , bi taybetî ku navnda Asayîşê û navendeke Rewşenbîrî û çend navendên giring li navçeyê hene , ji ber çi Ewlehî hate şikandin …? Dibe yek bêje ku di vê demê de û li gekek welatên cîhanê rûdan û bûyerên wiha tû didin lê ne bi vî şêwazî ku otombêla pez bi mezinbûna xwe ta diyar ne hate rawestandin …?
Ev gelek pirs têne kirin û bersiv nîne , û li dawiyê sivîl baceyê didin bi can û giyana xwe ya milk û mal û xaniyê xwe .. Ji ber ku ji encamê vê teqînê ne tenê ziyanên kaşî bûn lê her wiha ziyanên karistî (madî) bûn jî , û ya herî ku dilê mirov têşîne ku piştî bûyerê hin kes di bin avahiya de mane û alavên ji bo rizgarkirina wan nînin , û wiha jî kêmbûna derman û pêdiviyên nexweşxana bi taybetî yê odeya niştergeriyê (operasyonê ) , hêja ye were gotin ku gelek teqîn li paytexta Rojavayê kurdistanê çêbû ne lê ev ya herî mezin e ku rêkxirawa tiroristî Daiş’ê xiste…
Ev gotar di hejmara (49)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15 -8-2016