Bêhnok
Bila..
Zemîn di xew ve biçe!
Fîxana jana bêdeng,
şeva serxweveçûyî, himbêz dike.
Bila..
hêminiya elendê,
ji keziyên te çîvanokên me, bidoşe.
Bila..
lerizandina meyê,
xunafa dengê wê biçîne.
Ez, azara we me.
Şûnwarê yariyan.
Tebûtiya pencereyên tenêtiyê bûn,
bask ji xatirxwestinê re vekirin.
Fala qehwê,
gazindên xemleyîsiya zivistanê
bêhûde dohitin.
Îro dem rawestiya ye.
Roj sîberan jiber te vedişêre.
Ev çi dumahî ye,
bê girnijîna te, dest pêdike!?
Hêsir û bêrîkirinên te me.
Gij û tenik, tu min dibî.
Bi şevê tenêtiyê bi destê min digirt,
berbi tariyê ve,
dibûme bêje û…
Xweş e, bêliv bimînî?
Navan li pey hev rêz dikim,
ji nav tiliyan,
afirenderên xwe
bo xemleysiyê, amade dikin.
Ba..
Tîrên şevê,
ez û hizrên mamoste KEVANOT,
Yên di nav
guliyên keçika koçer de mabûn, birin.
Saw, hêdî hêdî,
bê lidergehxistin,
nivişkê sewdanê min,
li ber toza xewnê lihevxist.
Tirên bû.
Şeveke weke min li xwe heyîrî bû.
Tirseke mezin bû û
hingilên bêganetiyê,
xwe gihandin qûnaxa jibîrkirî.
Çi bû?
De rabe,
ta kengî,
ewê keziyên zerî û esmeran,
ji çavên te bibarin!?
Şîretek bû,
min li te kir.
Te xwe hilda û danî.
Ji sirûda xwejibîrkirinê re,
spêdeke bê dem û war
şîn hatî.
Ji qir û seqemê,
dudiliya min, serxweş nivist.
Agirê ji berfê,
sartir, bi cezme tevlî gunehê min bû.
Ji bêdengiyê re, bûme stûn.
Ev rewşa wê kêlîkê bû.
Bê şerim derdê xwe ji min re bibêje.
Bê tirs li min mukur were,
Tewanbaran, ez telaqreş hûnandim.
We çend caran
ji nehişyariya min,
xwe di ava ZIMZIMê de pêxistiye?!
Tirên diçe û radiweste.
Ez, ji bîrîna xwe serxweş dikevim.
Binkirasê şevê,
diterike, diderize, leriz û gilîzok tênê.
Ez û meyê,
tinaziyên xwe bihev dikin.
Ji bişirîna kîjan qeşmerî re, binehwirênim?
Bêbextî ye rûdide.
Bêbextî ye deng dide.
Bêbextî ye reng dide.
Neşêm serpêhatiyên bajêr biparêzim.
Ji kûmirê re xwe dubare dikim.
Te li wê deverê çi dikir?
Ma te ba ji azar û nalînên min pak dikir..!?
zêrevanê bêdengiyê me.
Birûskên min,
ji xilmaşiya xwe reviyan/ belav bûn.
Şihîna koçberiyê ji asoyan buhurt.
Jibîrkirin, bi poşmaniyê, digiha dumahiyê
Neşêm serpêhatiyên bajêr biparêzim.
Ji kûmirê re xwe dubare dikim.
Te li wê deverê çi dikir?
Ma te ba ji azar û nalînên min pak dikir..!?
zêrevanê bêdengiyê me.
Birûskên min,
ji xilmaşiya xwe reviyan/ belav bûn.
Şihîna koçberiyê ji asoyan buhurt.
Jibîrkirin, bi poşmaniyê, digiha dumahiyê
(Gera fedyok)
1. Govend
Li nav sîbra te
dizanim, kanî dipeqe;
li bêrîkirinê mukur têm.
hêrza min,
di destên şevê de, distrînin;
berbi kaniyê ve diçim.
2. Hêlan
Westiya ye behremendiya min,
xilamş e şev,
ji çavên te,
peyvên şermok
di matmayînê de şuştî ne.
3. Agir
Guvaştî
dergehê kolanên ewrên
peyv li dûv
kesk sor
sirûd
bayê hênik
payizname
oqyanos
sênca zivistanê
giryê zarokan
deng û tineyî
pirbêjî dilbijî
kesî ez nebihîstim
bêdengî geş bû.
4. Aso
Rojeke qûngiran
Êş bêdawî ye
Mirin
Şaxên payiza
Xewn û nebûna
Rêka kadiza, spî,
hemî sûndên te.
Viyan,
di navîka rojê de
Kirîstalîzma mirinê
jibîrkirn
Ji kezeba deryayê,
şev û sînik
li asoyên te, pêl
dilê min,
dixure bajar, ji ewravên te.
Şeveke bêkendav mam.
Dîlberê çaxê Seher
Di dawiya șeveke xweveșartî de,
min libo libo rondik kelandin
bi sûravka jiyanê,
bîra xwe xulxuland
Li nav șeveke çavlixew de
hilma baranekê dihat
min guliyên te bi zendikên
xerîbiya xwe dihûnan
û..
Di dawiya şeveke winda de
sêva Xerîbo bi sergêjiya min re barkir
Li nav sinorên xemên min
tu û tîpeke bêdeng..
li navê welatê min bêhiş ketin
Straneke şînê bû
Min û te li xwe pêça
Li ber sîvanoka demê..
Siwarê êşê lukumî
Çi dibû..?
Ji waran libo libo em difûrîn
Derdiketin, derya li me digeriya
Pêl, ji bisk û bersikên bûkên salê
Ji Zerokên ji şîr venebûyî
Kefa xwe dixemiland.
Tu û ez,
bo serketina serdestên xwe
hev bêminet dikin
Erê,..
Di valahiyê de
Pirseke sêwî mam..
Şîrê Reş
Erê,..
tenê, îro tenê
weha li serê xwe siwar im
Sibe, dibe tiştek nemîne!
Tenê vê demjimêrê
dixwazim ya min bî,
êdî mirin..
Mirin bitena xwe bihêt
Ji rojeke havînî, pelek weşiya
Daristan û bilbilek
Çîrokek di nav xewnên min de
Dengê nalîna bilûrê
„Hey wax li min wax
Wey lê dunyayê… „
Werçepa ji Tozê
Wisa bêdeng dihingivtî min
Giyanê te,
welatekî ji şîr û şekir,
bê derya bû,
welatekî vekirî,
di nav sinoran de raketî
nepenî payizekê azad bû
havînê
birînek herikî
li kêleka te bû
Her şev..
henaseya te,
di rûbarê hêviyan de serxweş dikim
„Kî li wir e?“
Ew kê li min xist?
Bê bersiv mam
Wilo..!,
ez behwer im dimînî, ne wilo ye ?
Dipirsim,
rojê bi tevayî diponijim.
Belê..? te çi got?
Ez bawer im tu yê carekê devê xwe ji hev ve bikî..
Mêze bike li wir rûdine,
dilê xwe vala dike.
Em bêdeng bûn.
Hindeke din jî mîna me bûn.
Û hindek bê tirs dimirin.
Ev razek e,
yariyan bike.
Bendewarê şev û rojê nemîne.
Li serê çiyê dimînî?
Nehtorê xeman î?
Dixwazî rojê bi şev bibînî..?!.
Ji Picasso min wêne wergirt,
ez birçî bûm.
Rojnameya do min xwend,
ez birçî bûm
Pirtûk min xwend,
birçî bûm.
Peyv ketin û
min taybetmendiya wê
guvaşt.
Ji min re got:
-Kolanê bibire,
bi tenê here,
Ez ne melayket im,
afretek im.
Pirs û Nîv
Her ew dem bû,
çaxê pencereya wê sînga xwe
ji heyvê re raxistibû.
Me mey dinoşî
Ew bendewarê xewnekê bû.
Bi tena xwe bû,
dest di ber xwe re berdan.
Te pir caran dinihêrt,
mîna rojê diçûyî.
Ev çi çêbûye îro.
Hizra te dizîvire,
Te kolan dibirîn
Modeya dahatûya nû ye.
Çi ji bilî meyê û vê mêzê dimîne?
Hevokên te dilerizin,
çi pêk nehatiye?
Vegere,
fanteziya xwe careke din vegerîne.
Bajêr berde.
Tu dara dawî yî diherifî..!
Hilmkêşana te di toza tavê de, dixeniqe.
Serok tê,
wek hercar bi tirs dipirse:
-Xewnên me li kû man?
Lê temaşe bike,
lehenga şeva me ye.
Nîvşiyar wiskî lêxe,
Sûnda bi tenê mehêle.
Ji xarekê mezintir î.
Dibêjî
Ez nikarim.
Tu rast dibêjî, baran tê.
Horas tênagihê û dipirsê:
-Helbestvano:
Tu roja xwe çawa dibihurînî.?
Ev helbest di hejmara (48)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatine weşandin 1-8-2016