Bûteflîqa serokê dewleta Cezayirê yê ku çermê wî bi kursiya serokatiyê ve zeliqye, û piştî vî temenê mezin hê aqilek mîna mirovan ji xwe re negirtiye, ji ber ku leystika wî ya herî bedkar ew e ku dijîtiya miletê Kurd bike, ji ber ku ev cara duyemîn e ku lebatên xweyî şofînîzm û newefadar û fenbaz li dijî Kurdan pêk tîne,. Bûteflîqa yê vîlikgêr ku anha serokê Cezayirêye ew bû, yê ku wezîrê derve yê Cezayirê bû, ku rola wî di rêkeftina Cezayirê sala 1975 de pir belî bû, û bi serokê xwe Hewarî Bûmidyen ve, karîbûn şoreşa rehmetyê, Mele Mustefa Berzanî wê salê, bi vê rêkeftina bextreş têk bibin.
Weke ku dibêjin, dîrok xwe li vir dûbare dike, çimkî anha jî vî mêrê vîlikgêr bi eynê wî karê xwe yê qirêj û newefedar dijî Kurda dikeve lebatê, û li gorî saloxdanan ew bi awayekî veşirtî ne veşirtî, nûnerên her sî dewletên ku neyartiya Kurdan dikin mîna, Tirkiye, Îran, û Sûryê jî, li bal xwe komik dike, û dixwaze careke din mafê Kurdan bi hesanî binpê bike, û koletiya dîrokî ji miletê Kurd re berdewam bike. Qaşo ev mirovê bedkar xwe yek ji şoreşgêrên xwedî pirensîb û dijî bindestiya dagerkirê Ferensawiyan didît. Lê li vir mirov matmayî dimîne û pirs dike: Gelo ne cihê pirsê ye ku miletê vî mirovî hevqasî bindestî dîtiye ta ji Cezayirê re, welatê milyon şehîdî tê gotin?. Di gel wilo jî, berê jî û îro jî dijîtiya miletê Kurd bi dijwarî dike, gelo ev çi dijîtiya ku vî mirovî xwe lêgirtiye… Li radeya ku tû dibêjî qey ewî xwe û miletê xwe di bin destan de tu caran nedîtiye û bextreşya koletiyê û sûravka dagerkiryê venexwariye?.
Heyf û mixabin ku nêzî ( 280) zarokên Kurdan di sala 1960î de, di sînema Amûdê de ji şoreşa Cezayêrê re bibûn qurban, û pereyên bilêtên zarokên pakrewan diçûn ji şoreşvanên Cezayirê re, ku Bûteflîqa jî xwedêgiravî şoreşvaneke vê şoreşê bû, ku pereyên van pakrewanên nemir wî jî xwaribûn. Ne bes e wilo jî, lê gelek caran qewlê mamûr û kakerên Kurdan ji vê şoreşê re bi rê ve dibûn. Vêca ev serokê newefadar tu tiştî li bîra xwe nayîne, û şoreşgêrya miletê xwe ji bîr dike, çimkî îro jî bi wî awayê çepel Bûteflîqa dixwaze şoreşa Rojava bi awayekî şofînîzm û dûrî warê mirovahyê têk bibe. Ji vir tê xuyakirin ku Bûteflîqa naxwaze şoreşa Sûryê bêyî serokê rejîmê biser bikeve. Û hewl dide ku Tirkiye, û Îranê, Û rêxistina Sûryê yên, evqasî di ser re dijîtiya hev dikin, wan li hevdû bîne û hemû gemara wan bi ser serê miletê Kurd de bibarîne. Gelo dijîtiya wî bi Kurdan re tê ci wateyê? û Kurd divabe li li hember vê yekê çawa xwe biparêzin?. Bê guman dem ne dema berê ye ku Bûteflîqa karibe bi awayekî hesan pêkhatiyên şoreşa miletê Kurd bide erdê û têk bibe, ji ber ku Kurdan bidestxistinên xwe bi xwîna şehîdan qezenc kirine, û xwe di civaka diwelî de biqebûlkirin dane, û xwe gihandine asteke bilind di warê siyaseta cîhanî de, û hevalbendên wan mîna herdû dewletên mezin û Ewrupa jî bi wan re di lebatî de ne, lê ya giringtirîn ew e ku Kurd îro xwedî hêzeke leşkerî pir payebilind û fîdakar in, tu caran ne Bûteflîqa û ne ji bilî wî jî nikarin bi şofînîzma xwe encamê li hember wan bigrin, lê li hember vê yekê jî dîsanê em dibêjn, ji Kurdan re kongireke netewî û bilez hewcedar e, ta yekîtiyeke resen û bi bingeh bi xew re bîne.
Ji bo vê jî divabe Kurd nakokyên nav xwe rakin û destê Kurdewariyê bidne hevdû, ta ku vê derfeta zêrînî ji dest xwe bernedin, û karibin xwe ji bin koletî û zordarya bi sedê salan rizgar bikin. Ji bilî yekîtiyê û rakirina nakokyan jî, divabe Kurd di vê bûyera Sûryê de leystikvanin konevan û zanebin, û helwêst û brcewendiyên her dewletekê di vî şerê pir hesas de baş nas bikin, ango divabe em zanibin ku Rûsya li Sûryayê dewleteke yekbûyî yan fîderal, lê di bin deslatdariya rijêmê de dipejirîne, yan di bin deslatdarya kesin ku bercewendiyên wê biparêze. Amerîka jî dixwaze ku kesin dijitya Israîl nekin li ser kursiya serokatiya Sûryeke paşeroj cih bigrin, Iranê jî bi rola xwe dixwaze Sûrya yekbûyî di bin destê rijêmê de be, ango naxwaze Sûryeke yekbûyî di bin destê kesin Misilmanên Sinî de istatîk bibe, lê Tirkiye ya ku bûye sedema hemû êş û azeryên miletê Sûriyê û tevahya Ewrupa û Rojhilata Navîn jî, ew jî Sûryeke di bi ndestê dîndarên Ixwanan de dixwaze, û vê re jî dijîtiya mafê Kurdan bike, vêca diyar e ku herdem armanca Bûteflîqa û van dewletên herêmî û şofînîszm, binpêkirina mafê Kurda ye, divabe jî Kurd vê yekê baş zanibin. ……
Ev gotar di hejmara (46)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1-7-2016 













































