Endamên xweparastinê yên girêdayî hêza YPG roja sêşemê 14.6.2016 êrîşkirin li ser baregeheke Da`işê li gundê “Leqte” li gundewarê Reqayê yê bakur.
Di encama vê êrîşê de 2 çekdarên Da`işê hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve hîna şer di navbera leşkerên rêjîmê û hevalbendên wê de ji aliyekî ve û çekdarên Da`işê ji aliyekî din ve li derdora geroka Panorama ya li başûrî bajarê Dêra zorê berdewame.
Herwiha li gor agahiyan Da`işê otomobîlek bombekirî li nêzî balefirgeha Dêra zorê teqand, di heman dema kû balefirên rêjîmê derdora balefirgehê bombebaran dikirin, û li gor agahiyan kuştî di nav çekdarên her dû aliyan de hene.