Ji Xalên Wê Yên Giring: Xweserî û azadiya mîrekên Kurdistanê bi giştî her yek li herêma xwe bi tevdîrek xwecehî.
Bavê Serbest
Piştî biserketina şah Sima`îlê Sefewî ku ew ji neviyên şêx Sefîeldînê Erdebîlî bû, ev malbat navdar bûn bi olperestiya xwe û kîşeya wan ya şî`î ( mezheb) ku ceng û destelatiya wî ji herêma Ermênya dest pê kir ta giha Îraqa Ecemî – Xozistan – Faris – herêm li pey herêmê desteser kirin û piştî salekê berê xwe da Kurdistanê herêma Amidê û ji ber ku bi mezhebê xwe Sunî bûn şerekî dijwar di gel wan de bikaranî, zordarî, kuştin, serjêkirin, û talan û tevlî ku 10 mîrekan ji birêvebirên herêmê piştgirya xwe jê re nîşan dan lê bi wan û behwer nebû tev de girtin û zindan kirin ku yek ji mîrekan ( Melek Xelîl) bû mîrê bajarê Hesen Kêfê ku hevjînê xûşka şah Sima`îl bi xwe bû, ji malbata Selaheldînê Eyûbî bû, sê salan li girtîgeha tebrîzê girtî man, û ji dêlva wan qizilbaş danîn ta şerê Çaldîranê yê navdar ku di sala 1514 dan de qewimî û di encamê de ew suhun û çavsoriya şah Simaî’lê Sefewî şikest çawa pilan û hewildana wî ku dixwest hemî navçe û herêmên Kurdistanê ên ji 46 mîrên netewî pêk dihat û qizilbaşên şî`î li şûna wan bicîwar bike, lê ev siyaseta bed û çewt pê re neçû serî bi saya hişmendî û zanebûna Şêx Hekîm El- dîn, Îdrîsê Bedlîsî, wê hingê Tirkan bi serpereştiya Sultan Selîmê Osmanî siyasetek derheqa Kurdan de karanîn vacî ya şah sima`îlê Sefewî çawa bi rêberya Şêx Îdrîsê Bedlîsî pêwendî bi hemû mîr, axa, û beglerên Kurdistanê re kirin û pêwendiyên wan ji Şêx Îdrîsê Bedlîsî nehatin birîn û handana wan ji Kurdan ve dijî şah Sima`îl dagir kirin tev de bi saya vê rêkevtinê ku di pê re bû peyman ku di navbera şêx Îdrîs û Sultan Selîmê Osmanî de mohir û emze bû naveroka peymanê ji 5 xalên sereke pêk dihat ew jî ev in:
1- Xweserî û azadiya mîrên Kurdistanê bi giştî her yek li herêma xwe bi tevadîrek xwecehî.
2- Ji mafê her mîrekî ye kurê xwe li şûna xwe destnîşan bike an hinin din çawa bixwaze.
3- Kurd di tevaya şeran de, bi Kurdan re alîkar bin.
4- Di hemû şerên dijminên derveyî welêt, Tirk bi Kurdan re alîkar bin.
5- Kurd bêş û camêryê ji paytextê re rêkin, her sal wek zagonên dewletê tên bikaranîn.
lê mixabin ev peyman piştî 15 salan ji alyê Sultanê Osmanî re binpê bû û sal bi sal pilanên xapînok derheqa Kurdan de hatin bikaranîn. Di vê derbarê de dîroknasê Tirk Olya Çelebî dibêje: Ji sala 1666 an de, waliyê Wanê yê Tirk bi tundî êrîş bir ser Ebdal Xan, mîrê Bedlîsê tev destser kir, mal û berhemên Ebdal Xan tev talan kirin ku ew bixwe Bavpîrê Şerefxanê Bedlîsê bû ji bilî zêr û pera pirtûkxana wî ji barê heft “devan” pêk dihat tev de di warê ziman, ol, noşdarî, nexşe, helbest, dîrok û dîwan piraniya wan pirtûkan bi qab û qewlikên firincî xemilandî bûn ji wan 76 pirtûk û 105 name bi zimanê Erebî û ji Farisî tomarkirî bûn, wî bi tenê bîn ji afrandina mîr Ebdal bûn, û bi van pilan û fêzên çewt herêm li pey herêmê desteserkirin ta sala 1850î herêma Bohtan ku keleha dawî bû ji 46 herêman hate destesrkirin bi hêvî me ku Kurd ji dîrokê sude wergirin haydarî faq û davên neyar bin.
Ev gotar di hejmara (43)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin15.5.2016