……. Û xelata çavên te li hêviyê qerimî bûn hat.
Çepk sist bûn, ava çavan şelû bû, bihna buharê çikiya…
Dengê xirecirê,qêrînê, tiving û gulleyan hat…
Pif çira şahiyê kirin..Termê jiyanê li erdê rast kirin… Lîrelîra dayikan binax kirin… Û qîreqîra te bi esmanan xistin…
Qêrînên te li ser sînga min agirê newrozê di dilê min de gur dike. ..Hêstirên te yên germ ku tev li xwîna min dibûn hêz didan min ta bi dev û diranan jiyanê zeft bikim, ez nizanim ew hêstir jî ên te bûn yan ên heyvê bûn!… Bihna destê te yê ku di xwîna min de avjenî kir û te mîna mezinan di nav porê min de dibir û dianî roja sersal Filehan di mejiyê min de tev dida.. . Min ew bihin dikirin, bihna buharê, dê, heval, newroz û jiyanê jê difûriya… Dêmên roja sersala Filehan ji berfê sor bûbûn di sersala me de ji xwîna min sor bûne.
Û xelata te dayê…..!
Wê kî sibeha Newrozê xelata te bi giyanê xwe bipêçe û destê te ramûse. Nebêje kurê min vê salê min xelat nekir. Rast e min êvara Newrozê – ne wek her sal sibeha wê – te xelat kir, lê min xelata îsal ji te re bi dara miradan ve ya ku qurma wê li erdê û şaxên wê li esman şîn tên dalqandiye. Wê ev xelat cihê xwe di jiyana te û her kesî de bigre.
Dayê, Sibeha newrozê gelekî li hêviya min nemînin, wê çavên we biqerimin û ez nayêm, ji ber ku ez ji êvara wê de li nav gul û çîçekan li hêviya we me. Min û her du Mihemedên cêwiyên xwe giyanên xwe li ser serê hemû Kurdan raxistiye ta ku Newroza xwe bi dilşadî biqedînin.
Dibêjin pêximberê me di meha Avdarê de cîhan ronî daye. Me jî di meha avdarê de cîhan ronî da. Pêximberê me bi hatina xwe û me jî bi çûna xwe. Her ku şehîdek ji me dikeve, rewanê wî li esman dalqandî dimîne ta ku jiyana we geş û xweş bike. Hemû Mihemedên Kurdan di meha avdarê bar kirine. Mele Mustefayê Berzanî – yê ku navê wî jî navekî Muhemed e – di destpêka avdarê de barkir ,Qazî Mihemed di dawiya wê de, û di ortê de bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo. Di çarê Avdarê de jî helbestvan Mihemed Elî Heso bû, Di 12 avdarê de sê Mihemed hebûn û di 20 avdarê de sê Mihemed hebûn…..
Nizanim wê vê avdarê Mihemedin dî hebin yan na!
Her sê Mihemed Ji Buhiştê