– Piraniya nivîskaran girêdayî rêbazekê ne, ango me kurdan nivîskarên serbixwe nînin.
– Di her yekîtiyekê de ku ji sêsed kesî pêk tê, incax deh ji wan û bi rastî nivîskar bin.
– Dara ku qurmên wê di wê axê de belavbûyî ….dê li vir jî ti kulîlkan hilnegre.
– Ma me kengî li hev kiriye….? Ta ku em karekî wiha pîroz bidomînin….ev felekreşiya Kewên ribatê ye.
– Hêza ku niha Kurdistan Rojava kontrol dike, rê li ber rewşenbîran negre, divê riya rexneyê vekirî be.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
- Mizgîn Hesko….dûrî helbestê û wêjeyê, kî ye?
Mizgîn xwedana dilekî mezin û fereh e. Rast e, ne ku bi hest û derûnê xwe bi tenê, lê belê bi civaka derdorê re bi giştî û tevî ku ew baş dizane ku di heman civakê de û mixabin kesên rastgo…..nayê hezkirin, ji ber ku civaka me kurdan meyldarê kesên melaq, şelaf û duriwî ye.
Mizgîn Hesko kebaniya mala xwe ye, dayîk û jin e, bi hemû erkên dayîktiyê û jinîtiyê bi kêfxweşî radibe, wê her û her berxwedaneke bê hempa şopandiye, da ku bikaribe bi erkên dayiktiyê, jinîtiyê û nivîsînê rabe, qelen û nirxê vê yekê jî ne hindik e!?
Berxwedan, bi wateya tekezkirina hayîna mirov bixwe ye. Hayîn ne di xwarin û têkliyên civakî bi tenê de ye.Hayîn mebest têkliyên bi xwezayê re ku pir bala Mizgîn Hesko dikşîne, di felsefeyê de ku ew ji xwendina wê têr nabe, di pirtûkan de ku ew ji xwendina Elektronî pir hez nake, bi wateya pirtûk di himbêza wê de bêhtir nêzîkî dil û hiş û xwezayê ye. Belê hayîn ku ew li mûzîkê bi hemî zimanan guhdarî dike û giyanê xwe pê pak û rewa dike.
2. Çirûska helbestê kengî di dilê Mizgîn Hesko çirusî…?
Hîna li gundê Şelhûmiyê, di dema ku yekemîn çirawîsik ber bi jor ve ronî da, bi bîna axa wê re dema baran dibariya, bi werzên salê re, bi demsalên çinînê re, dema keç û lawan payîzok û heyranok digotin, bi dîlokên xuro kurmancî ku berboliyan û xêlevaniyan dihûnandin, li serê girê gund, dema ku ew keça pênc, şeş salî li polikan digeriya.
Belê piştî wî çaxî û li Tirbespiyê min helbestên xwe yên yekemîn êdî ristibûn.
3. We çima berê xwe da riya biyaniyê, li ser çûnê û destpêka jiyana li biyaniyê, nexasim ku ew kes nivîskar be baxive….?
Ber bi biyaniyê ve …şikestina ber bi şikestineke mestir ve, welat dagirtî xêr û bêr bû, lê em jê bê par bûn….?
Ber bi biyaniyê ve, ango ji sawîrê ber bi xewnê ve û ji xewnê ber bi sawîrên tarîtir ve. Ez bixwe li derfeteke xwendinê digeriyam, min li vir xwend jî …lê ew xendina ku min bi dest xist û Dibloma wê wergirt ne li gor daxwazên min bû…hîn li destekî digerim ku dergehekî bi dilê min, pencereyekê di zanîngehekê de bo min misor bike, ez bixwe hew dikarim li dergehan bixim.
Ber bi biyaniyê ve û ji bo kesê nivîskar…,ango dûrketina wî ji xwezayên yekem re, ji jêderên herî pîroz re, her kulîlkek di zemîna xwe de bîndar e, her darek di hinava xwe de, hemî sîma , reng, forma kulîlk û mêywên xwe hildigre, tevî ku em li vir in, lê qurmên me li wir, di wê zemînê de hişk û zuha nabin.
Erêêê….dara ku qurmên wê di wê axê de belavbûyî ….dê li vir jî ti kulîlkan hilnegre.
Mirov li vir û di salên pêşî de, tevî ku kor e, lê pir bi heyecan û kelgermî, jiyanê dişopîne….lê belê piştî salên dirêj ew bêhtir bêriya wir dike, bêhtir meyldarê wî nanê tenûrê û zerika dewê meşkê ye.
4- Kesin hene ku Mizgîn ketî bi bandora wan û pê re di warê helbestê de bûn alîkar?
Di kelkela germa havînê de, piştî lûblûba min, PDK li sûriyê-Alpartî….mamoste bavê Ciwan ku berpirsê min î rêxistinê bû ez û du keçên din fêrî tîpên kurdî kirin, lê mixabin tirs pir bû….em pê de neçûn…ev di warê ziman de, ji lewra ku xwedan talent bûm û pêdiviya min bi zimanê nivîsînê hebû, bi kotekî min xwe fêr kir.
Beriya ku bêm bi demekê min Seydayê Tirêj dît, lê civîna min li gel wî bi tenê katejimêrekê dom kir.Birayê min ta radeyekê alîkariya min kir, lê ew jî dom nekir, ji ber ku wî jî berê xwe da welatên biyaniyê.
5. Mizgîn bi zimanê Erebî nivîsandiye, çima….?
Her çendîn Kurdî zimanê me yê zikmakî bû, yê axaftina rojane bû lê min jî nedikarî bû pê binvîsim
Her weha pirtûkên kurdî ne dihatin dîtin, belê ew tabû bûn, ji lewra û di destpêkê de ez jî ketim bin bandora wî, lê Erebî giyanê min rehet nedikir…min xwe zû ji bin bandora wî derxist…bi bawerî îro nikarim beytekê bi tenê pê binvîsim, na ne ku nijadperest im, ew dûrî hest û nestên min e.
6. Hûn beşdarî festîval û pêşbirkên helbestê bûne…?
Li Kurdistana Rojava qet na, di Tîrmeha sala 2012an de, li Duhokê yekîtiya nivîserên kurd û mamoste Hesen Silêvanî bi germî bi xêrhatina min kirin û şevek helbest xwendin ji min re amade kirin.
Li Elmaniya yê her sal ez beşdarî roja helbesta kurdî dibûm, ev bû du sal ew jî rawestiya…ma me kengî li hev kiriye….? Ta ku em karekî wiha pîroz bidomînin….ev felekreşiya Kewên ribatê ye.
7.Ji bilî helbestê, hûn nivîsandinê di tu warî de dikin…?
Belê, ji bilî helbestê, ez carcarna gotarê dinvîsim.Ev demeke ku min dest bi nivîsîna Romanê kiriye…xuyaye ku helbest hew tîna min dişikîne…!?
Hela ka em binerin, pêdiviya nivîsîna Romanê bi demê heye….û ez û dem…?
8.Wateya van gotinan li gel Mizgîn çi ne….helbest, evîn, stiran, berxwedan, Qamişlo, welat , jina şervan….?
Helbest: Di meşka zimên de, ew nîvişkê herî xweş û bi taam e.
Ew giyan e, hezkirin e..çi karê bê hezkirin be, dê qet berdewam nebe.
Evîn: Di pirtûka xwe ya dawî de, ber bi werzê hezkirinê ve, êdî nêzîkî tixûbên evînê dibim. Min hîn nasnameyeke guncaw jê re ne dîtiye.
Stiran: Bi wata mûzîk, Dengê Xwedawend e, mirov vexwendî jiyana dilpakiyê dike.
*Berxwedan: hayîn e, yê li ber xwe nede ne hêjayî jiyanê ye.
*Qamişlo: Di dilê min de Işq e, nizanim ta kengî ez ê bi agirê bêrîkirina wê bême sohtin.
*Welat: Hezkirin e, bê hezkirinê dê ti welat neyên avakirin.
*Jina şervan: Li seranseriya dîrokê jina kurd şervan bû, ev şêrejinên îro neviyên wê Dastanê ne.
Ahhhha Mizgîn Hesko jî jineke şervan e, bi pênûsa xwe , bi reng û şêwaza xwe şervaniyê dike.
9. Helbesta kilasîk a kurdî te dikşîne, hûn ji kê re bêhtir dixwînin…?
Helbesta kilasîk, kaniya herî zelal e, li derdorê tême seyranan, hinekî xwe ji sirtiya nûjeniyê rehet dikim….çarînên Baba Tahirê Uriyan bala min dikşînin, Bilindgoya netewî di helbestên Xanî de hêjayî xwendin û lêkolînê ne, felsefeya işqê li ba Melayê Cezîrî pir balkêş e, belê ez bêhtir van kilasîkên me yên qedir giran dixwînim.
10. Ta niha kela pênûsa Mizgîn li welatê xerîbiyê ji nivîsandinê têr bûye…?
Ku ew têr bibe , dê raweste jî.
11. Nivîsên Mizgîn Hesko ji kê re ne…?
Ji xwezayê re ne, ji kulîlkan re, ji xwînerên helbesta kurmancî re ne, ji wê/wî kesî re ne ku birastî nirxê zimanê xwe dizan e û ne ji bo têrkirina zikê xwe lê yê giyanê xwe re jî dijî.
Helbestên min ….ji Hespekî bejî re ne, ku min divê li gel wî sînoran bibezînim û bighim mêrgên asoyê, lê dikim nakim, ew nayê kedîkirin!
12. Gelo weşanên li ser rûpelên Facebookê , qedrê nivîsîna helbestê kêm nake…?
Bi min belê û naye jî …belê dema ku helbestvan, hewil bide li gor şert û mercên teknîka bikaranîna Facebookê tev bigere, û helbestê bi çend beytên bê wate dorpêç bike, helbest xwe bi nivîskar dide nivîsîn, hewldana nivîsa wê, hewildana girovekirina wê li gor hin form û pîvanan ne bi tenê kêmkirine ji buhayê wê re, belê ev xwekuştin bixwe ye…?
Helbesta ku bi şêwaza Hayiko be, dikar e li wir cî bigre û dê bihtir jî bête xwendin. Ez bixwe û bimebest hinekî xwe dûrî wan alavan dikim, lê Facebook û di dema îroyînde, ji pêdiviyên karên hunerî ne, ew pencereyeke vekirî ye, helbestvan dikare tê de xwe bide ber tîrêjên rojê, belê çawa…?
Dema ku helbestvan yan jî hunermend bizanebûn wê derfetê bixe destê nivîsîn yan hunera xwe, ne ku nivîs û hunera xwe bixe destê wan alavan, helbesvan divê bi wêrkiyeke mezin bikaribe wan alavan bixe xizmeta nivîsên xwe.
13. We ta niha çi xelat wergirtine…?
Ez bixwe dinvîsim û berdewam im, bi wateya ku ne li benda xelata me, xelata herî mezin ew e, rêz û hezkirina xwînerên helbesta kurdî ne.Ne li bendê bûm, lê du caran ez hatim xelatkirin:
Di Mijdara 2012-an de û bi helkeftina 28mîn koça dawî ya Seydayê Cigerxwîn, ez ji layê PDPKS Pêşverû ve / rêxistina Elmaiya yê ve hatim xelatkirin.
Di Cotmeha 2013an de, li Essenê / Elmaniya ji layê Hevbenda Nivîskar û Rojnamavanên kurd li Sûriyê.
14. Li gor nerîna te sedem çi ne ku nivîskarên Rojavayê Kurdistanê di bin Sêwanekê de nacivin, tevî ku gelek yekîtî û komele, ji bo nivîskaran çêbûne…?
Piraniya nivîskaran girêdayî rêbazekê ne, ango me kurdan nivîskarên serbixwe nînin. Bi dîtina min divê ew ne girêdayî ti rexên siyasî bin, dikarin ji bo wan û pêkanîna karekî rewşenbîrî, yan neştimanperwerî alîkar bin. Divê nivîskar xwedan helwest û nerîn bin, yek bin da ku bikaribin nexşeya netewî ciwan û qeşeng bikin.
Belême pir yekîtî û komele hene, lê tev jî laşê lerizî ne, yan jî pûç û vala ne, çima ez vê yekê tînim ziman…? Ji ber kudi her yekîtiyekê de ku ji sêsed kesî pêk tê, incax deh ji wan û bi rastî nivîskar bin, hela navan bixwînin….van navên pir, ta kîjan radeyê nivîskar in, ta kîjan astê xwedan helwest û pirojeyên rewşenbîrî ne, çend berhem afirandine, bi kîjan rengê xwendinê ve mijûl in, aya ew nivîsên wan û tekez ji asoyên berfereh ve, çendîn nêzîk in.
Xwebînî, duriwêtî, parastina berjewendiyên takekesî, melaqtî, ardemdariya ku li ser dêmên xwe didin çêkirin, belê ma ev tiştên ku niha min ew li jor bilêv kirine, ne bes in. Ew kesayetiyên bi wî rengê dê çawa bi awayekî posîtîv, aqlane û durist bibin stûnên avahiyên rewşenbîrî yên xwedan yek helwest , yek binemal û yek nerîn.
16. Di nerîna te de wêjeya kurdî û bi taybetî helbest di astekesaxlemde ye….?
Ta radeyekê û bi min asta wê ne nizm e, li hemberî ya cîhanê ew hîn pêkan tavêje, ji wan pêkan hin jî bilind û watedar in. Helbesta ne saxlem be, ji xwe her çendîn ku hebe jî dê pir nejî, xwînerên helbesta kurdî lew sed bin jî, lê asta her helbestvanekî û deqê wî dizane..Pir seyr e, ku hin xwe padîşahê helbesta post modernizmê dibînin, ev yek, gava ku em bizanibin ew wateya vê qunaxê qet nizane û ne jî xewndiye. Bi rengekî din, eger helbestvan di ser û hişê xwe de ne azad û têghiştî be, ew dê nikaribe helbesteke wiha jî binvîsîne.
17. Pênûsa helbestvan û rewşenbîrên kurd bi erkê xwe yê netewî rabûye..?
Îro bi hezaran xelk koçber bûn, di deryayên kûr û bê binî de wer bûn, di rêgehên ber bi tariyê ve, bi sedan kesên windabûyî hene, rojane zarok temenê ahmeqiya bavan didin û hwd.
Di destpêka wan bûyerên diltezîn de, min jî helbestên şoreşgerî nivîsîn, hin ji hevalên min nivîskar jî, bîstik bi bîstik bûyer dişopandin û helwest û nerîna xwe vekirî, bê tirs derdibirîn….îro em tev winda bûne, rola me pir qels û zîz e, ne bi tenê partiyên siyasî li hev nakin, rewşa nivîskaran dijwartir e, hîn ew nikarin bibin xwedan Insiyatîv …ku pêşinyaran pêşkêşî wan rexên heyî bike.
Nivîskaran hewil nedaye ku di derbarê nirxên newewî de, yek bin mînak ….mijara alaya Kurdistanê. Mijara sirûda neştimanî, mijara cejna kurdî herî pîroz … Newroz û mijar û mînak pir in.
Hîn di destpêka şoreşê de, rewşenbîr pir germbûn, hino hino ku şoreş ji nexşeya şoreşgerî dûr ket, nivîskar jî bêdeng ma, bê hêvî ma…Divê ew hêza ku niha Kurdistan Rojava kontrol dike, rê li ber rewşenbîran negre, divê riya rexneyê vekirî be.
18. Xwendina te ji helbestên biyanî re çawa dinirxînin…?
Bê guman, bersivandina vê pirsê ne hesan e, nizanim ka ji kû destpê bikim.. Belê û ji mêj ve, çanda me ya devokî, di civat û şevbuhêrkan de dihate guhdarîkirin, me kurdan Baba Tahirê Uryan, Celale Xanim Loristanî, Melayê Cezîrî, Feqyê Teyran, Seydayê Xanî û hwd hebûn… lê şaheserên wan di dema xwe ya herî rastteqîn de nehatibûn nivîsîn, dibe ku hin jê hatibe nivîsîn, lê diyar e ku kes tunebû ku wan zêr nivîsan biparêz e û erşîf bike.
Ez bi xwe nikarim vê yekê bikim, wan navan bênim beramberî yên Rojavayî û Elmanan ku wan jî Guthe, Rilke, Nietzsce, Schiller, Wilhelm Buch, Heinrich Heine, Günter Gras hebû.
Belê rast e, me helbesta nûjen heye….ta kîjan radeyê em kurd tevgera nûjeniyê nas dikin ku ew bixwe şoreşeke ramanî bû, li Rojava hîna ji sedsala 19- an de, helbesta nûjen bi saya serê tevgera Modernizmê hatibû avakirin, ew ê tevgerê hemî hêmanên kevin, formên kilasîk bezandibûn….li ba me Xweda navend bû lê li ba Modernizmê mirov navend e. Li ba me û ji mêj ve tîrêjên felsefê ronahî dabûn, û bi riya Tasewifê , êdî hin ji helbestvanên me, hin mijar tanîn holê, Nivîskarên Rojava mîna Nietzsche mufa ji nerîn û felsefeya ola Zardeştî wergirtibû.
Lê û mînak Elmanan bêhtir bi wêrekî derbasî felsefeyê bûbûn. Dema me ya îroyîn û gava em li helbesta Elmanî binerin yan jî romana wan binirxînin em dibînin ku mijarên ew li ser wan dinvîsin bêhtir mijarên Tawan, Romantîk, piskolojî ne, dema em romanên Charollote Link bixînin em dibînin ku wê xanimê her û her xwestiye di derbarê êşên pisologî û derûnî de binvîse.
Bi wateya ku ewan eger felsefe nivîsîbin ji me kûrtir in, eger evîn ristibin ji me wêrektir in, eger xweza anîbin zimên, ji me bêhtir rêz û qîmetê didin wê xwezayê, û wiha .
Kurd, hîna ne serbixwe ne, hîna bê dewlet in, bê dewlet bûn kambaxiya herî mezin û dijwar e… Lê ev xelkên/ miletên ku em di nava wan de dijîn …hîna ji mêj de xwedan dewlet in, dikarin bi rehetî binvîsin û biramin.
19. Berhemên we yên çapkirî û destnivîs çi ne…?
Ta niha min şeş berhemên çapkirî hene, bi giştî helbest in:
– Tîpên Evînê…..2007.
– Asoyek Tijî Endeko……2008.
– Di Nav Henasên Kovanan De…….2010.
– Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm…..2012.
– Ristek Lale……2013.
– Ber Bi Wrzê Hezkirinê Ve…..2015.
Destnivîs jî ev in:
– Sebeta Şekir….helbest ji bo zarokan, hîn bidawî nebûye.
– Hirçê Qeşayê Yê Piçûk Ber Bi Kû Ve…..çîrok…wergerandin ji Elmanî.
– Nimêjên Bêdengiyê…..helbest.
Hin destnivîsên bi Erebî yê dema destpêkê.
20- Wê kengî Mizgîn vegere welêt…?
Di vê mişextiya reşî dijwar de
Û tilyên min î ji kok ketî
Têlên welatekî wêran
Hevrêz dikin.
Şopikên
Sitêrên rijiyayî
Tijî….Şilêr dikin.
Bişkojên êşê vedikin
Û di berê
Vê bêrîkirina bê çare
Vêketî werdibin.
Erê….Mizgîn bi canê xwe dûrî welat e, lê bîreweriya /giyana wê hîn li wir e, li Til Zîwan e …ba meşka pîrka wê, ba pezê kalkê wê, sihara sibêdeyên Şelhûmiyê, leylan û rewrewka Tirbespiyê, kolanên evînê li Qamişlo û dê çî dî ew helbestvana /jina / dayika xemcivîn bibêje.
Weger: tekez dê rojekê ew vegerê,,,,bi hêviya ku ew veger û sefer ne di Darbestekê de be…!
21. Gotina dawî di derbarê helbestê de…?
Helbest mîna evîn û felsefeyê ye bi peyv û gotinan nayê şîrovekirin, ew pêpelûka herî jor ji zimên e, her çendîn mirov bihilkişe nagihe dawî. Dema afrandina helbestê demeke cuda ye, tevî ku helbestvan wê demê dighê ber textê xwedawendan, lê ew peyamber dimîne.
Xweda …bi riya peyamberên xwe xwestiye ku rêgihên hezkirinê li ber mirovan veke.
Helbest …rastteqîn û rastgoyî ye, yê van mercan bi cî neke, dêmek bê hest dinvîse û xelkê dixapîne.
.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara (38)an de hatiye weşandin