Bang:
Di vê roja bi wate de, ez bang li hemû malbatên kurd li rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li herêma Cizîrê dikim, ewên zarokên xwe ji ber sedemên siyasî heta niha neşandine dibistanan, ku îro berî sibe hemû zarokên xwe bişînin dibistanên perwerdeya kurdî. Wisa jî bang li partiyên ENKS dikim ku berê zarokên malbatên bi wan ve girêdayî, bidin dibistanan. Ji ber ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo zarokan mafekî di ser hemû siyaset û îdolojiyan re ye. Zimanê kurdî ne malê ti partî û aliyane.
Partî îro hene, sibe tune ne, lê zimanê kurdî ewê herdem hebe.
Zarokên xwe, ji bo nakokiyên xwe yên siyasî ji perwerdeya zimanê dayikê bê par nehêlin.














































