Bi Çi Gunehî Hatin Qirkirin..?!
Kuştara Winda? (5-6)
– Û niha Şêrîn birînadar e xwe di bin xiftanê diya xwe de veşartiye û Mêrdesar xwe di kozika mirîşka de veşartiye û rondik weka pêlê baranê ji çavê wî dixindirin û Newroz bi ser dev de ketiye û nema liv jê çêdibe û çavê wê li rêya ku hin herin bi wê ve wê ji nav wê xwînê derxin..
– Tê gotin: ku şeş tiving û hin perê wan, pere jî Dolar in ji bilî perê Sûrî û li gor gotina hin kesa nêzîkî tenekek zêrê di mala Remezanê Kebreşde hebû û gelek zêr bi pîrekê wan ve hebûn yê çûyî ew jî ji qirika pîrekê wan vekirine û bidizî bi şûn de vedigerin bê ku kes wan bibîne..!?
Yûsiv bavê Hemze jî ji qubala nivîna derket hate ber deriyê odê guhê xwe da ser hewşê. kêlîkî ma sekinî tu pêjin nekirin, ji odê derkete hewşê careke dî guhê xwe pêl kirin pêjna kesî nekir, çû ber deriyê hewşê sekinî guhê xwe da ser celdê bîstekî li wir jî ma sekinî tu bî pêjin ne ji hewşê ne ji gund nayê. maleka kerr e gundekî kerr e pêjna kesî ne ji gund tê û nejî ji mala Kabreş tê… Yûsiv bavê Hemze ji kerrî de û bi hişiyarî deriyê hewşê vekir serê xwe di ber derî re derxist weka diza li dora xwe meyzan li celdê meyzand pêjna kesî nayê celde nêvirtî vale tariyeka bi tirs mirov pêşiya xwe dih gavan nabîne…. Yûsiv bavê Hemze, li ser qelebîska rûnişt destê xwe da ber çavê xwe celdê meyzand tu pêjin nekirin.. da xwe rabû bi dîwêr ve çû ta ku giha kosera xênî sekinî careke dî guhê xwe da ser gund lê tê bêjî qey tu li nav guristanê yî şêniyê gund ketine xewa dêwa…. Hemî di malê xwe de li ber sopê xwe, di nav zarokê xwe de rûniştî ne…. Yê ku bi zarokê xwe şa dibe yê ku çîrok û çîvanoka ji zarokê xwe re dibêje… zarok guhdariyê li dê û bavê xwe dikin lê ew nizanin ku mala cîranê wan mala Mêrdesar û Newroz û Şêrîn hatine qirkirin ew mane sêwî û wê bideriya bikevin û nema careka dî ew bi hev re dilîzin…Û niha Şêrîn birînadar e xwe di bin xiftanê diya xwe de veşartiye û Mêrdesar xwe di kozika mirîşka de veşartiye û rondik weka pêlê baranê ji çavê wî dixindirin û Newroz bi ser dev de ketiye û nema liv jê çêdibe û çavê wê li rêya ku hin herin bi wê ve wê ji nav wê xwînê derxin..
Çaxê ku Yûsiv bavê Hemze pêjna kesî nekir careke dî vegerya li hewşê gera rahişte qetek darê dirêj ji bin texkê ku li hewşê bû kire bin çengê xwe de û berê xwe da Qamişlo…
her çend gava diçe li pişt xwe dimeyzêne tiştek xuya nake careke dî kulî kulî diçe lê çavê tirsê ye çûkek difire ew gazekî dilihçenê û disekine li dora xwe dimeyzêne carna xwe berdide erdê li dora xwe dimeyzêne dema ku pêjna kesî nake dide xwe dixwaze zû ji gund dûr bikeve. Yûsiv bi di kêferatekî de bi rê ve diçe him ji tirsa ku hin wî bibînin û him ji tirsa ku Kemalo û hevalê xwe wî bibînin û werin wî timam bikin. Yûsiv ji malê dûr dikeve hevalê xwe yê rêya dirêj hevalên bi hev re soz dabûn ku wê bi hev re bin û dev ji doza xwe bernedin yan bi hev re bimrin û yan bi hev re bi ser bikevin.. Yûsiv bavê Hemze hevalê xwe li şûn xwe hiştin di nav agir de bê ku zanibe kî sax e yan kî hatiye kuştin? Piştî ku Yûsiv ji odê derket Heybet pêjna wî kir zanî ku yek ji nav hevalê wî yan hin ji mala Kabreş sax mane ji xwe re got: baş e wa yek çû bêgoman wê hina bi me ve bişîne… Ji lewma wî jî hêdî hêdî xwe ji bin gewdê kuştiya ku wî xwe dibin wan de veşartibû bi çi kulo halî derxist û bi destekî rûviyê xwe girtine û bi destê dî qûnxişkî ji odê xwe gihande ber derê eywanê… dema ku ew giha berderê eywanê lê zikê wî hemî vekiriye xwîn jê diherike…. Sireka cemidî lê da bû şîqeşîqe diranê wî li hev ketin recfek kete hinavê wî weka nêriya nav avê ew çû û hat, nema quna wî erd girt nema zane wê bi ku ve here… li hewşê baran e li odê agir e.. Heybet di derê eywanê de ma rûniştî çavê wî ma li deriyê hewşê, ji wî weye ew ê ji odê derketî wê li wa vegerê û wê hin kesa jî bi xwe re bîne.. Heybet ji xwe re dibêje bêgoman wê ew heval beriya mirinê bi min ve bighê lê ez nizanim ka kî maye sax û kî hatiye kuştin şehîd ketiye lê bêgoman yê ku were wê ne bi tenê were…. Devê Heybet ziwa bûye zimanê wî bi şikefta devê wî ve maye çavê Heybet li rêya hatina hevalê wî ye?
lê hevalê wî darek dirêj kiriye di bin çengê xwe de û hêdî hêdî ji ciyê kuştarê dûr dikeve nema li pişt xwe jî dimeyzêne?
Li ber destê sibê beriya ku diniya vebe û zelal bibe çûk ji hêlînê xwe derdikevin dengê wa li ser dara li ser bana tê lê hêviya tîrêjê rojeka nû ne rojek ne wek hemî roja bi melolî yek fedîkokî wê xwe ber bide nava kolanê gundê Cirnikê. Lê wê bi çi rûyî li mala Kebrş meyzêne wê çawe xwîn û avê ji hev veqetîne. melayê mizgevtê ji nav cihê xwe derdikeve bi çend sofiyan ve berê xwe didin mizgevtê.
Dihate gotin: ku hin ji xelkê gund pê dihisin ku ev kuştar hatiye serê mala Kabreş, ew dibin perê tariya şevê de diçin derbasî mala Kabreş dibin… çaxê ku ew derbasî hewşê dibin. Ji wan weye ku kes ji malê ne filitiye ji kuştarê… Ew ne çûne bi nexweşa ve na ew çûne diziyê ji xwe re bikin ji lewma tê gotin: ku şeş tiving û hin perê wan, pere jî Dolar in ji bilî perê Sûrî û li gor gotina hin kesa nêzîkî tenekek zêrê di mala Remezanê Kebreşde hebû û gelek zêr bi pîrekê wan ve hebûn yê çûyî ew jî ji qirika pîrekê wan vekirine û bidizî bi şûn de vedigerin bê ku kes wan bibîne..!?
Lê dibêjin Xwedê ew dîtine û dizane ew kî ne lê ji xwe îro deynake çimkî bêhna Xwedê fereh e ji ya mirova pir feretir e. carna tê gotin ma gelo ew kî bûn di wê bobilatê de ketin malê û diziya wa kirin.? Hin dibêjin ev xelkê Cirnikê bi xwe bûn lê hin dî dibêjin na yê ku dizî kirin Kemalê Serxweş û hevalê xwe bûn.. piştî ku çûne ji gund dûr ketine carek dî li malê vegerane û diziya wa kirine. Lê tê gotin çaxê ew ê ku ji bo diziya mala kabreş derbasî hewşê bûne Mêrdesar li kozika mirîşka de bi wan hisayaye û ji wî weye ku ew diya wî ye wê were bi wî ve da ku wî ji nav mirîşka derxe?. Û Newrozê jî bi xelbexelba wan hisaye lê wê di qurcika odê de cilikek bi xwe de kiribû yê ku biçûya di ser wêre bisekiniya jî wê nizanîba ku mirovin di bin wê cilkê de hene. Lê Şêrînê xwe di bin kirasê diya xwe de veşartibû beriya ku ew kes derbasî hewşê bibin Şêrînê ji bin kirasê diya xwe derketibû ji bêna xwînê nema debor dikir lê çaxê ku dengê deriyê hewşê hat Şêrînê careke dî xwe avêtiye bin kirasê diya xwe û çavê wê mane li deriyê hewşê.. Şêrîna nazik ji mirova tirsabû nedixwest mirova bibîne baweriya wê bi mirova nedihat wê ji xwe re digot: mirov hemî wek hev hov in û bê bext in ji lewma nema dixwest ku ew mirova bibînê û heger ku jê were nema xwe şanê mirova jî dike. di bin guhê kirasê diya xwe re li wan kesa dimeyzand şeqşeqa diranê wê bû ditirsa ku wê bibînin wê jî bikujin. lê ew kes nehatibûn kuştinê û ne jî hatibûn bi kuştî û birîndara ve. Mebesta wan başqe bû ji ya ku Şêrînê pê diramiya ji lewma ew a haj mirî û saxa nebû tenê ew hatibûn çeqekî ji xwe re ji mala wêrankirî bikin beriya ku roj wan tayê xwe yên zirav li pêşiya xwe bişîne û kuştar xuya bibe.
Ka em binêrin rewş a Welat di wê şevê de çibû û çi dikir li Serxetê ji ber ku li gor gotina kurê xaltîka wî Welat dizanî wê di wê şevê de bi ser mala bavê wî de bigrin wisa hatiye gotin.
Welat û sê hevalê xwe li benda vegera girûpa çûyîn binxetê ka wê kengî ji binxetê werin ka wê çi bi wan re çêbû ye ka çi kirne..?Ka wê çi nûçeya ji wan re bînin.? rê hinekî dûr e, diniya şilî ye, zivistanek zor e. Welat û hevalê xwe wek ku li ser agir bin bendewarî pir nexweş e mirov tevlî hev dike dikeve rewşek dirûnî wêran de.. Welat di odê de diçe û tê tebata wî nayê, giyanê wî wek nêriya nav avê diçe û tê hingî hevalê wî jê re dibêjin were rûne lê Welat nikare rûne rûniştina wî nayê. Damarê giyanê wî hemû dijenin kudkuda dilê wî ye wek dengê feraşekî ji dilê wî tê û genimê aş giyanê malbata wî ye ava ku ferêş bigerîne xwîna diya wî, bavê wî, birayê wî ye, û mêvanên bavê wî ye..û yê qeraş hevalê wî ne. Welat ji hevalê xwe re gotiye we ha ji arvên hebe.!?
Hevalên wî yên li odê ne jê re dibêjin were rûne metirse tiştek bi maliyên te nayê mane me ji hevalan re gotiye: we ha ji êş hebe hûnê tenê mêvanan bavêjin ber ferêş çênabe hûn gotinekî ji gulê girantir ji xwediyê malê re bêjin. Dûv re heval dizanin tu li vir î ma wê çawa dê û bavê te bavêjin ber ferêş
yan wê gotinek nexweş ji wan re bêjin hema bila dilê te di cih de be were rûne û lingê xwe bixe di nav avek cemidî de…
Lê Welat bi van gotinan razî nabe nikare xwe razî bike û li cem hevalê xwe rûne. Welat diçe vî serê odê tê serê dî yê odê, û çixarê ji çixarê vêdixe…carna dûyê çixara wî dibe weka mûkî zirav û xwe li qirika wî dipêçe carna weka gula dibe parçe parçe ji hev dikeve li nava odê belawela dibe bêneka ne xweş jê tê li ser serê Welat dixe zilomat dibe kuxtekuxta wî. çixarena du miza lê dixe wê davêje, yeka dî vêdixe diçe ber deriyê hewşê li ber derî disekine careke dî bi şûn de vedigere. derdikeve hewşê li hewşê diçe û tê vedigere odê diçe xwe li ser cihê xwe dirêj dike, lê dike û nake hedara wî nayê, her ku gulek li bavê wî yan li yek ji maliyê wî dikeve giyanê Welat diheje, tevzênok ser û binê wî digrin. Welat wek marekî jehir xwarî lê hatiye dike nake jibîra wî naçe.. heyacekî Welat girtiye sed raman ne wek hev dikevin serê wî hin dilê wî xweş dikin lê hinê dî wî ser serkî li erdê dixin. herdû hevalê wî serê xwe danîn pixepixa wa ye ketine xewa şêrîn, raza ne, ne li min e ne li te ye, ne xema wan e. Welat diçe di ser wan re disekine li wan dinêre di çi xewê de ne ji xwe re dibêje xwezî min bi we. Ew jî xwe li ser cihê xwe dirêj dike lê xewa wî nayê xwe diqulbîne ser piştê çavê xwe digre maliyên wî têne ber çavê wî ku fîxanê jê dixwazin? dide xwe dirabe û li ser kêleka çepê xwe dirêj dike hedara wî nayê xwe dide ser kêleka rastê hedara wî nayê… dirabe diçe ber pencerê disekine ser ê xwe dide dîwêr çavê xwe digre birayê wî xweha wî bavê wî têne ber çavê wî, serê xwe ji dîwêr dûr dike xwe dizîvirêne pişta xwe dide pencerê.. di guhê wî de wek qîreqîra zarok pîrek û dengê gula çê dibe, destê xwe dide ber guhê xwe ji odê derdikeve hewşê li hewşê çixarekî berdidiyê li nîvê hewşê diçe û tê… ji deriyê hewşê ta bi deriyê odê bi gava dijmêrê hijde gav û nîv derdikevin lê ji gavê xwe bawernake carek dî ji deriyê hewşê lê vê carê bi gavin wek hev dest bi hijmarê dike ta ku dighê ber derê odê lê vê carê pazde gav derdikevin ji xwe re dibêje ev jî nerast in ka ez ê careke dî bihijmêrim lê ew dike û nake nikare zanibe ka hewş çend gav in.
Welat dev ji hijmara Başûr û Bakur berdide dibêje ka ez ê Rojhilat û Rojava bihijmêrin ka ew çiqase… diçe xwe dide dîwarê Rojava bi Rojhilatve çû ta ku li dîwêr sekinî pîst û nih gav pê re derketin careke dî wî ji xwe bawer nekir ku hijmara wî rast be.. rabû ji Rojhilat berê xwe da Rojava ta ku careke dî li dîwêr sekinî lê vê carê sî û sê gav derketin ji xwe re got: Ev jî nerast in. Welat ma di vê rewşa wêran de ta berê sibihê hîn ew li ser darê linga ye, xew bi çavê wî neketiye ji destpêka şevê ta fecra Xwedê Welat li ser darê linga ye, diçe û tê carnan diçe li hewşê li ber wê sira bayê kur disekine lê tebata wî nayê tê xwe li ser cihê xwe dirêj dike, çaxê ku gulek li yekî ji maliyê wî dikeve giyanê wî li hev dikeve, Welat ji ser doşekê dihilçene, û berê xwe dide hewşê li hewşê diçe û tê.. diçe derê hewşê vedike destê xwe dide ber çavê xwe li pêşiya xwe dimeyzêne, tiştek di wê tariya şevê de xuya nake. Disekine guhê xwe dide diniyayê ji xwe re dibêje dibe ku dengê lingê wan were yan reşê wa xuya bike wele ev dereng man ev çima wisa man ta niha çi dikin. lê tu pêjnê nake careka dî derî hêdîka dide ber û vedigere odê li ser keviya doşeka xwe dirûdine çixarekî vêdixe, çend miza ji hinavê xwe li çixara xwe dide dûyê çêxarê tev dadiqurtîne wî zikê vale.
Gule li Azad diketin Welat li ser cihê xwe dihilçenî dida xwe di odê de diçe û tê, dibû kufekufa wî careka dî derket hewşê li ezmana dimeyizand, ezmanek tarîewrin nimiz, bayekî cemidî fîzefîz jê tê, dengê kuçikan ji dûr ve tê. Welat guhê xwe pêl dike dide ser wî dengê ji dûr tê ji xwe re dibêje dibe ku ev ew bin.
çixara destê xwe davêje yeka dî vêdixe û xwe dide pişta deriyê hewşê, çixara xwe nîvco dike, ew deng tê birîn… Welat tê odê, xwe li ser hesanê piştê dirêj dike û tîreyê odê ji xwe re dihijmêre, xwe bi wan mijol dike lê dergûşa Mêrdesar diqulibe di wê kêliyê de, Welat dihilçene şipiya di cihê xwe de disekine wek şeş bi destê wî bigrin û wî rakin şipiya.
Devê wî ziwa dibe nema dikare çixarê vexwe gewriya wî bi hev ve dimîne wek ku ji dih rojan de av venxwaribe hinavê wî diçiqçiqin, di wî çilî de xwêdanekê avête ser rûyê wî, recfek kete hinavê wî, damarê wî sist bûn nema linga xwe di bin de girt. Welat hêdîka li ser keviya doşeka xwe dirûne destê xwe dike di bin çena xwe de çavê wî li hewşê ye. Melayê sibê bang da bû, qîjeqîja dîka qebeqeba kewan, li wa qelaçê li derdora gund. banga sibê nîşana hatina rojê ye rojek nû bûyerên nû bêgoma
nêzîk wê nûçe heger xweş û heger ne xweş bighin destê Welat û hevalên wî di ser ê vê sibihê de. bû oreora çêlekan diniya zelal bû, dengê derî hat, hîn hevalên Walet razayî ne, ew tenê maye şiyar li benda arvên e lê giyanê wî tev dilerize heyecanekî ew girtiye. Welat bi bazdan çû derî vekir ji wî weye girûpa Kemalê Serxweş e? Lê dema ku derî vekir heval in dî derbas bûn, ne yê ku çûne êş.
Welat ji wan pirsî ka çawa çêbû heval ji êş hatin arvan hêran yan na? Xelîl li Welat vegeran jê re got: Belê heval ji êş hatin?
Welat bi devekî li hev diherbile got: Ê ka bêje ka çi çêbû îşele silamet in xuya dike Welat newêre pêşî pirsa malbata xwe bike ji lewma pêşî pirsa girûpê kir!?
Xelîl got: heval hemû bi silamet vegeran.
Welat got: tiştek bi maliyên min hatiye?
Xelîl got: de ka em herin mal de rûnin, em ji lingan ketine em ê ji te re bêjin bila bihna te fere be? Tirkênî ji dilê Welat hat, lê newêre deng bike, da pey wan çûne odê lê giyanê wî tev dilerize nikare şipiya bisekine, rengê wî wek yê miriya, lê hatiye xûsiyê gewriya wî girtiye nema dikare daqurtîne. Ew havalê razayî jî ji xew şiyar bûn silav li hev kirin rûniştin. çavê Welat li devê hevalê wî ye, di hinavê xwe de wek nêriya nav avê diçe û tê …Xelîl dest bi axavtinê kir li ser netewê û rola wê çiqasî bandora xwe dike çiqas malbat hene mal û canê xwe bi gorî welatê xwe dikin, mînakek ji vî welatî anî yek ji welatê dî anî bê ku ew zanibe ka ew mînak rast in yan na ji ber ku wî jî ji devê hevalê xwe bihîstine. Welat nema xwe girt jê re got: heval ka niha ji min re bêje tiştek bi maliyên min hatiye yan na?
Xelîl got: hevalê Welat em dizanin tu hevalekî hêja yî bê pesin tu canfida yî, mixabin maliyên te hin ji wan hatin kuştin lê ez nizanim kî ne tu dizanî gelek cara mirov tiştê piçûk têxe qurban ji bo yê mezin yanî mirov mala piçûk dixe qurban ji bo mala mezin.!?Mane tu dizanî me teva dev ji malê xwe, diyê xwe ,bavê xwe zarokê xwe berdaye ji bo welêt… Lê wek ku hevala ji me re gotî, wan bavê te ne kuştiba wê bavê te ew bikuştana ji ber ku wan ji bavê te re gotiye em hatine mêvanên te bibin? Tu kare me bi te û zarokên te nîne, tenê em hatine mêvanên te em hêvî dikin ku tu wan bidî me, em ê wan bibin Serxetê. Dibe ku em wan bikujin û dibe ku em wan nekujin, lê bavê te ji wan re gotiye: Lingê min li ser lingên mêvanên min e. Dema ku hevala xwestiye wan bi zorê ji mala we derxin, mixabin bavê te demance li wan kişandiye, yan divîbû bavê te hevala bikuje yan divîbû heval wî bikujin. hevala li malê reşandiye, em nizanin dibe ku bavê te bi tenê hatibê kuştin ez nizanim wek ji min re hatî gotin ez ji te re dibêjim. Em nizanin kî hatiye kuştin û kî nehatiye kuştin.
Hevalê Xelîl zîq li Xelîl dimeyzîne dizane ku ew derwa li Welat dike. Lê ma wê Welat çi bike. hevalê wî li ber dilê wî dan ew birin li nav hevalan gerandin, dilê wî xweş kirin, bi xiroşan wî lîstin, hestê wî bilind kirin, jê re dane xuyakirin ku ew ê ji wan re bibe simbol û ew ciyê samdariyê ye, ew derxûnkî qulibandin.
Welatê me bû Welatekî dî mal ji bîra wî çû bi hevalê xwe re berê xwe dane gera nav hevalê xwe da ku ji wan re bêjin ka bê hevala çi li bin xetê kirin. Di vê gerê de hevalê Welat hiştin ku ew di nav hevala de biaxive.
Ebdo ji odeya dî derket herdû zarokê wî Ferhad û Kawa li ber singa wî ne, nizane wê van herdû zaroka li ku deyne da ku gule li wan nekevin. dibêjin pir zor e çaxê ku zarokê mirov li ber çavê wî werin kuştin..
ji lewma Ebdo ne dizanî ka wê zarokê xwe li ku deyne yan wê çawe wa bighîne oda pîreka ji wî weye ku oda pîreka kuştin lê nîne. Çaxê ku Ebdo herdo zarok xistin bin çengê xwe de berê xwe da oda pîreka da ku wa bighîne cem diya wa.. eywan tarî ye enterîk ji malê tevî hatiye birîn. Di wê tariyê de çavê tirsê herdû zarok di bin çengê Ebdo de çaxê ku lingê xwe avête eywanê bi ser termê bavê xwe de ket.
Dema ku Ebdo bi ser termê bavê xwe de kete erdê. Remezan jê re got: Ebdo ka xwe bighîne odê û tivingê bighîne destê min ez bavê te me ez ji derdê wan re dizanim.
ji kurê xwe re negot: ez birînadar bûme. Ebdo zik xişkî berê xwe da oda dî û herdû zarokên wî di destê wî de ne. Lê Mihemed Emîn Xoce li serpêpeloka deriyê Eywanê ketiye erdê û li wir timam bû ye.
Ebdo nikare di ser wî re here ji herdû zarokê xwe.. û newêre rabe şipiya, divê zik xişkî here. Dike nake nikare gewdê Mihemed Emîn ji rêya xwe derxe.. Ebdo da xwe rabû şipiya sekinî lê rabûna ku ew rabû rêzek gule li qolincê wî ketin di serê singa wî re avêtin giyanê herdû zaroka derbas kirin, ew giyanê nazik jihev xistin. Ebdo tevlî zarokên xwe ve kete erdê û bi ser Mihemed Emîn de kete.. Ebdo bi hêz bû wî xwe bi şûn de vekişand ji xwe re got: Ez ê herdû zaroka deynim qurçika xênî ez ê careke dî vegerim lê ew li nîvê Eywanê de kete erdê li wir temam bû.
Çetîn yê ku li ber deriyê eywanê gula çep û rast davêje Eywanê nexasim piştî ku wî dengê Remezan kir çaxê ji kurê xwe re gotî ka tivinga min bighîne destê min. piştî ku Remezan ji kurê xwe re dibêje ka tivinga min bighîne destê min da ez derbê mêra şanî wan bikim êrîşker wek gurê har li wan hat. Kemalê Serxwerş çavê xwe girtin û teliya xwe daniye ser wê bêxwedîka tetikê û li wan direşîne. Şikrî di odê de ye, hewil dide ku xwe bigihîne çeka xwe lê rê pênakeve çimkî ode pencerek tenê lê heye û sê li ber sekinî ne û gula wek tavê baranê tê re direşînin. Yê bixwaze berxwedanê bike divê ew ji odê derkeve. Û derketina ji odê pir zor e kes nikare ji odê derkeve.
Remezan û mêvanên xwe nizanîbûn ev ê hatine wan çend in. Lê ta ku zanîban jî ma ew ê çi bikin di rewşek weha de nikarin tiştekî bikin çimkî rêbar li ber wan girtiye. Destpêka ku gule di pencerê re li wan bariyan wa nedizanî ku dudoyên dî li ber deriyê eywanê sekinîne li benda hatina wan e.Ev ê hişt ku ew tewşomeşo bibin û zû werin kuştin.. çimkî çaxê ku gule têne xênîxanî dibe ronahî ji lewma yê ku ji derve sekinîne keysa wan bihtir li odê û eywanê tê… Şikrî li dora xwe dimeyzîne dibîne ku dîwarê xênî sor bûne ji xwînê. Ew di odê de ye dîwar dîwar dixwze xwe bighîne odeya dî çekekî ji xwe re bîne. Lê zarezar û nalenala birîndaran di nav wê xwînê de, xwîna dê, bav, bira û mêvanê wî, diniya li ber çavê wî tarîbû dûmana şewata xênî, şewate goştê mirovan, bihna wî nema diçe û tê kuxukekî ew girt nikare bikuxe, da ku yê wan gulebaran dikin nizanibin ew li ku de xênî ye..kuxuka xwe di zikê xwe de diqurmiçêne. Vîzevîza ba yê û miremira baranê xurexura ewran, şeqeşeqa belediya. ode dibe ronî, Şikrî xwe davêje erdê da ku wî nebînin.. Beledî disekine, Şikrî dide xwe û xwe dide dîwêr hêdî hêdî ji vê qurcikê ta qurcika dî vî rexî rexê dî gule li dora wî dikevin.Şikrî nêzîkî deriyê eywanê bû lê ew li yekî hiltepilî, çavê tirsê ye û tarî ye, Şikrî kete erdê dema ku ew kete erdê bi rexê pencerê ve çû lê bi lez da xwe rabû. Rabûna ku Şikrî rabû yê li hewşêbû ew dît û pazde-bîst gule li devrûyê wî xistin, devrûyê wî ji hevxistin, nema Şikrî hate naskirin ji lewma dema ku giyanê xelkê Serxetê birin giyanê Şikrî jî bi yê Serxetiya re birin ji wan weye ku ew birayê Yûsivê bavê Hemze ye hingî devrûyê wî xira bibûn, kesî ew nas nedikir..
Yûsiv Bavê Hemze ji hewşê dûr ket, lê ew nalîn ma li pey wî, nalîna hevalên wî hevalên rêya dirêj, dengê zarokê tê dibêje dev ji min bernede, were bi min ve, were li min vegere, ez paşeroja te me, welatparêzo tê wisa welêt rêzgar bikî, ez yek ji welêt im, tê çawa min di vê rewşê de bihêle û here, ev e welatparêziya te?
Yûsiv destê xwe datîne ser guhê xwe lê deng di nava teliyên wî re derbasî guhê wî dibe, jê re dibêje: Vegere, were, ez hevalê te me baz nede, me ne ev soz bi hev re dabû… Soza me ji wisa mestir e…
Em hevalên rêxistinekê ne, rêya me dirêj e, li vir nasekine tu herî yan tu neçî wê rêya me bimîne hîn dawiya wê nehatiye. li min vegere were bi min ve. Ew deng jê re dibêje ma ev e hevaltiya me, ma kanî ew sozê ku me bi hev re dane ka hevalên rêya dirêj ka Kurdistan, ka hevaltî, ka kurdîtî? Were min xilas bike bake bila diniya bi vê kuştarê bibihîze li gundiya bike, qîr dev ji min bernede me nehêle di vê rewşê de, em ê bimrin ta roj li me derkeve û gundî werin bi me ve.
Lê Yûsiv “guhek kiriye serad yek kiriye bêjing” û berê xwe da bajarê Qamişlo û bi şûn xwe de jî nameyzêne. Gule li teliya mezin ya lingê wî ketiye, tevlî wilo jî ew bi bazdan dice wek ku tiştek bi lingê wî nehatiye, ji ber ku çavê tirsê ye û wî mirin li ber çavê xwe dîtiye, çole berê wî li bajêr e, wê xwe bighîne mala keç apa xwe li bajêr… Beriya ku kes wî bibîne. Ew wisa ji xwe re dibêje. Yûsiv ji mala Kabreş dûr ket, sekinî bihna xwe berda, bihnefişk bi ser ketiye, li dora xwe meyizand tiştek nedît, carekê dî bi rê ket, çend gavekî çû li giyanê Azad hiltepilî, û li ser dev de kete erdê, giyanê Azad pê re axivî û jê re got: Tê bi ku de bazdî, li hevalê, xwe vegere, li gundiyan bike hewar, bila bi wan ve werin wan bi tenê nehêle, Heybet birîndar e, Newroz, Mêrdesar, Şêrîn, wan xilas bike wê bimrin di wê rewşê de ta siba. Tê wisa Welata Azad bikî, va tu nikarî çar kesan ji mirinê xilas bikî, tê çawa Welatê xwe ava bikî. Ma avakirina welata wisa hêsanî ye birako yê li rêzgariya miletê xwe bigere gerek qurbaniya bide û ji holê baz nede?.
Zimanê wî di devê wî de pûç bû, nema axavtin jê hat, di cihê xwe de ma sekinî dike nake lingê wî pê re ranabin wek ku lingê wî bi erdê ve hatibin girêdan.. Kezeba wî qetiya, ji wî weye ku êrîşger ketine pêşiya wî de, û ew a bi lingê wî girtiye nema deng ji xwe anî, rih ji xwe bir, kêlîkî ma li erdê tu pêjin ji dora wî nehat, serê xwe bilind kir li dora xwe meyizand kes nedît. Da xwe rabû careke dî li dora xwe meyizand dît vaye termeke, nema zanî wê çi bike got: Lingno ha lingno. Ew nizane ku ew Azadê kurê Remezanê Kabreş e bi xwe ye li wir hatiye kuştin.
Yûsiv xwe li terim nekir xwedî çû mala keç apa xwe?!
Heybet ma di qurcika xênî de di nav wê xwînê de digevize, rûviyê wî hemû ketine erdê, laşê wî pûç bûye, ziman nema digere, hiş hino hino diçe, lê çavê wî li derî ye,. li rêya hevalên wî ye? Li dora wî nalînek wek ji cihekî dûr û kûr tê, Heybet nizane ev deng ji kîjan rexê odê tê, yan ji hewşê tê… Heybet di navbera mirin û saxiyê de ye, dengê giriyê zarokekî kete guhê wî, damarê wî jeniyan hinekî çûn û hatin li benda ku hin pê ve werin… Piştî demakê teqereqek ji hewşê hat dilê Heybet sê kopalî lêxist… Ji wî weye ku hinek bi wan ve hatine…
Ew deng tê nêzîkî Heybet dibe û careke dî dûr diçe, her ku deng dûr dikeve Heybet ji xwe re dibêje vêcarê dora min e wê werin min bibin lê mixabin xwediyê deng dûr ma û nêzîk nebû.!?
Rojê tîrêjên xwe yê gerim piştî sê roja ji baran û bandevê ji mij û moranê berdane nava kolanê gundê Cirnikê… Ew têrêjên gerim mizgîniya rojek nexweşe, rojek giran e hilim ji kolnê herî bilind bû.. li nava gund bû oreora çêleka dîka xwe da ser tinga li benda hatina mirîşkan e. Mirîşk ji hewşa derketin bû qidqida wan ber bi dîkan ve çûn… pîrek ji hewşa derketin ardû li ser milê wa ye, berê wan li tenûra ye… dû bi ser tenûran ket agir bilind bû.. pîrek bang dikin hev piştî te dora min e, hevîrê min tirş bûye.tevger li nava gund çêdibe, dikandar dikanê xwe vedikin lê tu pêjin ji mala Kabreş nayê dikana mirîşka girtiye… Hilma tavê ji kolan û sefirnê xaniyê gundiya diçin… Mala Kabreş dûyê şewatê jê diçe ew jî tevlî hilma erdê û sefirna dibe ji lewma gundî nizanin ku ew di mal de hatine qirkirin û xaniyê wan jî hatiye şewitandin.
Roj bejnekî bilind bû guveguva mêşa ye li ser termê kuştiyên li xênî û li hewşa mala Kabreş de… mirîşkê mala Kabreş ji kozika xwe derketin mêvanê xwe Mêrdesar bi tenê hiştin di kozikê de ji xwe re gotin me ew ji şevê dî ve di nav xwe de veşartiye va roj lê hilat bila gundiyê wî werin pê ve.. tiştê ji mehat me jê re kir ya dî ma li gundiyê wî. Şêrînê serê xwe ji bin xiftanê diya xwe derxist zanî ku roj derketiye demê lîstika wê bi zaroka re ye çavê wê ma li benda hatina hevalên wê da ku…
çaxê ku mêşa da termê kuştiya hin çûne ser termê diya Şêrînê lê Şêrîn xiftanê diya xwe ji ser xwe rakir û mêşa ew dîtin, ji ser termê diya wê vekişan.Newroz serê wê li ser pêpeloka derê Eywanê ye, nal nala wê ye çavê wê li derê hewşê ye ji xwe re dibêje wê niha Nisrîn were demê çûna me ye li nava gund e heger ew newê wê Xecê yan Gulê wê her hinek ji wan werin mane tim ew têne mala me… ma Şêrîna xweha min bi ku de çûye serê vê sibihê çima ew bêyî min çû ye.. ez ê ji diya xwe re bêjim ew bêyî min çûye û Mêrdesar jî bi xwe re biriye.
Roj hate çêlek dana wê heriya nava gundê Cirnikê qemûşk girt gundî jî yeka yeka ji malê xwe derketin zilama xwe da ber rojê li kosera xaniya li ser kundirka rûniştin dû bi ser wan ketiye çixarê xwe dikêşin… yê ku sewal mewalê wî heyî yan çêlek pîreka wan sewalê xwe yan çêlekê xwe derdixin pişta gund… Qîje îja zarokê piçûk e li pey diyê xwe digrîn yê mezin li serê wa tinga ji xwe re dilîzin.. mirîşk ser ê tinga dixepêrin Qaz di nav wan golê avê de xwe dişûn… hêlima ku ji erdê diçû nema lê hîn dû ji hewşa mala Kabreş diçe ji lewma bala wan zilamê ku li ber koserê xaniya rûniştîbûn kişan ku ev ne hilma erdê ye na tiştin bi serê wa hatiye? Yekî ji zilamê rûniştî ji yê dora xwe re got: hûn ji min re nabêjin ev çi dûye ji mala Remezano diçe? Zilamê ku di milê wî de li ber dîwêr rûniştîbû lê vegeran got: wele vî dûyî bala min jî kişan deka em rabin bi wir de herin ka ev çiye?
zilama bi hev re da xwe rabûn lê hîn ji dûr ve yekî bang kir wa Remezan ew çi dû ye ji mala we diçe loo ev tu çi dikî? tu pêjin ji malê nehat her wî zilamî bang kir ta ku gihane ber derî destê xwe li derî dan lê kesî derî venekir û tu deng jî ji malê nehatin? zilamekî navser kopal di destê wî de kopalê xwe da derî derî dehfand.. Derî vekir zilam derbasî hewşê bûn, çaxê ku derbasî hewşê bûn bihna xwînê ji hewşê difûre wê bênê libêvilê wan xist. Zilam behitî man li hev nêrîn?
yekî got: ka em derbasî oda bibin ka ci heye. Gihan ber deriyê eywanê çi bibînin wa termê bi ser hev de ketine?! Li gund bû hewar û dengînî bi kuştarê ket gundî bi ser mala Kabreş de hilweşan ji hûr gira. Qêrînî bi pîreka tek destê xwe avêtin porê xwe kişandin hatin serê xwe bi tepa… rê û rêwanî li ber deriyê mala Kabreş nema.. yê ku çav li termê wan dikir bi çi rengî bi çi kînê hatine kuştin bêvila xwe digre ji bihna xwînê û şewata goştê kuştiya, hina çûn cilikin anîn bi ser wan de kirin şandin ji hikumetê re ku li gundê Cirnikê kuştarek wisa çêbûye. Dibe ku hikumetê berê dizanîbû wê ew kuştar di kîjan dem û çaxî de li gundê Cirnikê çêbibe lê wê got: min nû bihîstiye û vaye em hetin bi Welatiyê xwe ve wek her hikumetên ku haj miletê xwe hene û li wan xwedî derdikevin û li ber barê welatiyê xwe radibin wan diparêzin…Lê hikumet bi wan ve hat “piştî ku hasil giha bû Mûsil wek ku tê gotin..!
Hikûmet hat berda gundiya ji dora malê şêst wêne ji kuştarê re girtin yê sax birin nexweşxana Netewî li bajarê Qamişlo. Û kuştiyê Serxetî li cem xwe bi qasî nih dih roja hiştin ta ku dane destê hikûmeta Tirk û mala Kabreş tevlî kincê wan ve birin goristana Enteriyê erd vekirin û mala Kabreş tev kirne di gorekî de..? roja dî xelkê Enteriyê ev yeka ha nepejirandin dîtin ku ev kirêtiya bi vê malbatê hate kirin ta di mirina wan de jî ji lewma çûn ew ji wê gorê derxistin û cilê wan ji wan kirin ew birin mizgevtê ew şiştin veşiştin û careke dî birin veşartin lê vê carê her kes di gorekî de.. wek tê xuyakirin kuştina Heybet ji xelkê Serxetê re pir giring bû ji lewma dema ku wan bihîstHeybet nehatiye kuştin ew birine nexweşxana netewî li bajarê Qamişlo. Serxetiya xwestin Heybet di nexweşxanê de bikujin… lê hin dibêjin rast e hewlidan hatin kirin lê ew ne girûpa serxweş Kemal bû ew hinê dî bûn xwestin Heybet ji nexweşxanê bi dizin lê ne ji bo ku wî bikujin lê ji ber ku Heybet du kesê dî li Bakurî Kurdistanê kuştinbûn û dost û hevalê wan kesa xwestin wî ji nexweşxanê bi dizin. Ew dibêjin rast e me hewila da ku em Heybet ji nexweşxanê bidizin lê ji xwe bi me re derneket û dibe ku Mehmûd û Welat ew liva bihîstibin ji ber ku wa Heybet ji nexweşxana Qamişo birin Hisiça. û ya me ne ji ber ku Heybet bikujin na tenê me dixwest em hin gotin ji wî bistînin ka kî li pey wî bû dema ku wî her dû kes kuştinê lê hewildanê me bi ser neketin. Di dema kuşrtarê de Mehmûd Baksî ji Siwêd hatibû bi kuştiya ve çimkî Necla xweha wî jî di nav de bû. Lê piştî ku rijîma Sûrî termê kuştiya radestî Mehmûd Baksî nekirn. Mehmûd rabû Welatê Kabreş û Mêrdesar û Şêrîn û Heybet di rêkî ji rêya re gihandin Siwêd. Wisa ji min re hate gotin dema ku ez hatim Ewropa min xwest ez Heybet bibînim ji min re gotin: Heybet di nexweşxanê li ser textê mirnê ye. Ji ber di vê mijarê de dîtina Welat û Heybet pir giring bû lê mixabin min nikarî ez yekî ji herdûka bibînim.. dibe ku hin agahî ji bûyerê kêm bin..
Têbînê
ji xwe çîrok pir tevlî hene ji lewma ez di xwazin hin tişt di vê tîbîniyê de bêjim ji ber ku ev kuştar min beriya dih sala nivîsaniye û ew dawiya sala du hezar û pazdihan de li bajarê Qamişlo di rojnameya Bûyrepress de li ser xeleka hate belavkirin lê di pey re gelek tişt jê hatin guhertin ew jî li gor agahiyê ku ketin destê min de.
ji xwe ez ê niha bihêlim yek ji bermayê kuştarê ji me re li ser êvara û kêliya kuştarê destpê kiriye û çawe ew jê filtiye û çi li ser vê kuştarê hatiye gotin. Yek ji wan tiştê ku d xwazim ji xwe re bêjim li ser Welatê Kabreş li gor ku kurê xaltîka wî ji min re gotî û ew bi xwe jî ji gundê Cirnikê ye. Ew dibêje roja doya ji kuştarê dema ku Welat ji serxetê hat û diya min bi girî çû pêşiya wî lê tiştekî ku mirov bêje li ser rûyê Welat nebû ne wek ku malbata wî bi wî rengî hatibin qirkirin û ji diya min re got: ji min re gotibûn em malbata te nakujin lê çima wisa xiyanet li min kirin ji ber ku min dizanî ew ê wê şevê werin mala me?!
Ya dî dema ku min Yûsiv di sala du heaz û şeşan de dît û min jê pirsî ma Welatê Kabreş hevalê we bû yan na. Wî ji min re got: Welat bi parçê dî yê Kawa re mabû lê dema ku ez hatim Ewropa û min têkilî bi hevalê partiya Kawe re kir wa ji min re got: her sê zarokê Remezanê Kabrş hevalê me bûn Şikrî û Ebdo û Welat. Wekî dî hin gotûbêj ji cînarê mala kabreş di êvara kuştarê de.
Ev dosya di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin