Hatip Dicle ku berî çend rojan ji doza KCK’ê hat berdan, beşdarî programa İMC TV bû û derbarê rewşa dawî ya Başûrê Kurdistan, İraq û referandûma serxwebûna Kurdistanê de axaftinên balkêş kirin.
Hatip Dicle got: ‘’Me fikra dewleta Kurdî avêt tenekeya zibil. Divê Barzanî dewleta Kurdî ava neke… Nebe referandûmê, dê gel bibêje ‘dewlet’ û ne rast e. Erkê siyasetmedaran vêna asteng bike. Barzanî ku dibêje ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ xelet dike. Kerkûk ya hemû gelan e. Kerkûk wek Qudsê ye, ne tenê ya gelekî (ne tenê ya Kurdan) lê ya hemû gelan e…’‘
Dicle wiha axifî: ‘’Divê konsensusek were pêkanîn ku hemû gelan kêfxweş û şer û nexweşiyan bi dawî bike. Dema Kurd pereyan dibînin an diçin kesekî dikujin an jî jina sêyem tînin. Yên li Başûr hinekî pere û xewşî dîtin yekser hewla avakirina dewletê didin… Divê bi netewe-dewlet (dewleta Kurdistanê) gel neyên hebakirin… Bi ragehandina netewe-dewlet (Ragehandina Dewleta Kurdistanê) li Rojhilata Navîn hun dê bi dehên salan gelê xwe mehkûmê şer û nexweşiyan bikin.’‘