Eger partiyên me bo jimarên xwe werin hilbijartin bo têkeviin Ginis de, tekez wê pileya yekê di vê çarçoveyê de bistînin, zêdebûna partiyên me ne normal e, cote cot ji hev dizên, wek mêşan an beqan zêde dibin
Eger merov li dîroka tevgera kurdî, partî, nûner, û kesyetiyên wan vegere, tekez merov matmayî bimîne, ev yek jî gelek sedemên wê hene.
piştî dehên sala ji karê hevbeş û têkoşîna di hemû warî de, dijî rejîma desthilat, çi di warê siyasî, civakî, û ta aborî de jî, piştî xebat û têkûşîn û çûn û hatin bi hev re, piştî işkencekirin û sergûnkirin, û mişextiya bi hev re, eger yek an jimarek endam dest ji partiyê qerya an partiyek nû ji xwe re damezirandin, wê bêrêz ûbisixêf dest bi gotina peyvên nerast li ser hev dû bikin, û xwe berdin têkiliyên kesayetî, û carnan jî yên malbatî , hemû tiştan jibîr bikin, nan û xwê û hevaltî namîne.
Eger partiyên me bo jimarên xwe werin hilbijartin bo têkeviin Ginis de, tekez wê pileya yekê di vê çarçoveyê de bistînin, zêdebûna partiyên me ne normal e, cote cot ji hev dizên, wek mêşan an beqan zêde dibin, lê xala kambax di vê diyardeyê de ew e ku hinek ji wan re li çepka dixin, nav di wan de didin, destê xwe li pişta wan didin, û wan ji bo jimara wan qebûl dikin.
Gello kî sûdê ji diyardeya jimara gelek partiyan digre? Di demên paş de me digot ev rewş li gel birayên me yên Filestînî pir balkêş e, bi dehan rêxistin û partiyên wan hene, hinek ji wan radikal , hinek komonist, hinek dimuqrat û hinek sosiyal in, herweha hinek lîbral in û htd. Û hemûyan digotin em şoreşvan in û em yê rast in, tu kes ji bilî me ala rastiyê û welatparêziyê hilnegirtiye, rêbaza herî dirust ya me ye. Lê niha me kurdan gellê Filestînî li pey xwe hiştine, ji xwe ew nagihên toza me, û ne ji wan re derdive ku wek me bin. Em nema dikarin navê partî û rêxistinên xwe yên kurdî ku serê mehê û binê mehê em ahnega damezirandina yekê ji wan amade dibin ezber bikin, û hemû bi bawerî navine bi rêk û pêk li xwe dikin, û dibêjin partiya min ya rêbaze bingehîn, sereke, û dirust e; Netewî, Yekîtî , Niştimanî, Pêşverû, Aştî, Kurdistanî, Çaksaz, Dimuqratî, Wekhev, Çep, Rêkeftin, Kurdî, Guhertin, Paşeroj, û htd.
Ji sedî sed hindek dijmin hene, ava berjewendiyên wan û pirbûna partiyên Kurdî bi zelalî di heman cihokê de diherike, dixwazin wilo zêde bibin.
Yekî berpirsyar digot; ez bi dehê salan mame ta min partiyên kurdî kirine gelek jimar, çima birayên me wan qebûl dikin! hindek ji wan partiyên biçûk jimara wan wek jimara tiliyên destekî ne. Gello ta kengî em ê biramin ku kî sûdê ji vê rewşê dibîne.. çend derfet di van qonaxan de ji me re hatine, û bi taybet piştî Buhara Erebî û şoreşa Sûrî, guman dikim her car derfetên wisa nayên, nemaze yên zêrînî.
Em ê Kurd kengî bibin yek, tenê bi navê Kurdayetiyê, li hemû, civat, kongir, û komcivînan bang bikin. Di bin siya yek al, helwest, û hêz de,ji bo em di nav millet cîhanê de bibin xwedî nerx..
gellê me aştîxwaz e, pêşketî ye, şaristanî ye, xwedî hêz e, û dive dîroka me kurdan bi tîpên zêrîn were nivîs.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin