Şer li taxa Yafesê (li tixûbê rojava, taxa herî biçûk a şer lê) şervan jê vekişiyan.. tu kes lê nemaye.. ji ber ku rêya îpekê(hevrîşim) di ber wê taxê re derbas dibe, dewlet kontrola rê xist destê xwe de.
ji ber wê yekê dewlet dibêje êdî deriyê Xabûr em dikarin vekin.. lê şifêr dibêjin heta qedexe li ser bajaran heye em nahêlin kes here û were tax Cûdîyê ya ku mezintirîn taxa Cizîrê ye ku barê mezin ê şer li wê ye..
hema bêje ji kesên medenî xalî bûye gelek kêm kes mane.. lê şervan piranî li wir in şer li wir xurt e tanq serê milê ku li taxa Cûdî dinêre topan berdidin.. mala ku jê tesîr nebûyî nemaye..
lê hêj nikarin xwe berdin nava taxê.. ji ber ku li hemberî berxwedanê tên û paş ve vedilkişin.. ji ber ku qet nikarin bikevin hundir hema bê navber topan diavêjin.. ji wan çekan carina birîndarî û kuştin çêdibûn.. lê ji ber ku li taxê gel kêm bûye, ew rêjeya birîndarî û kuştî kêm bûne.. bê navber baran dibare, barana di nav berfê de.. şertên zivistanê pir dijwar in.. ev aliyê şer her tiştî zehmettir dike Dawîya pêvaxaftinê ..