Muhsin Osman*
Gelo ev rewşa deverê “Ereb, Fars û Tirk”an wekÎ tirpanekê giyanê xurtên me didirun? Rojane me li hember şerê çetên DAÎŞ şehîd hene! Di nav me bi xwe jî de curên mirnên giyanî yan bedenî hene! Binêrin koçberî ji bê “hêvîbûn, paşeroj, jêyatî, jiyan û…”! Ev e û gelek pirs û mijarên wisa rewşa me dagir dikin!
Ev rewşa aloza em têra derbas dibin, di hundirê xwe de ji girîftên hizrî dinalît, çinkû pirsgirêka me ya hizrî berî ya civakî ye, axaftin li ser girîftên hizrî, encamê hebûna pirsgirêkên mêtod û nêrînê ye. Binêre ev cure eqlên xwe ji hemû rengên xweşiyên jiyanê bêbehir dikin, di encamê de karakterekê pirî girê ava dibit û van girêkan wekî kîn dijî yê hember bikardînit. Ev reşbîn û bêhîvîbûnê rewşenbîriya mirnê zalî ser wijdan û eqlî dikit! Ev renge mirov herdem li gel xem û tolvekirnê dijîn, li vî demê çirayên jiyanê li cem van cure mirovan kiz dibin! Bi vê wateyê dema ol hunerî bi tev tayên xwe ret dikit, hestên ciwanî û felsefa estetîka li cem wan oldaran namînit, belkî tenê alê reş û kirêtê jiyanê dibînin! Ha ev hinav û mejiyê reş û jengî jehra xwe dirêjîte ser yê hember. Ev rewşa em têre derbas dibin, pêtir rewşenbîriya mirnî ji ya jiyanê dirust dikin!
Divê eqil û lojîkê di hişên mirovî de zalî ser beşê giyaneweriyê bibit, da ku mirov bikare ji saxletên giyanewerî derbazî yên mirovbûnê bibit. Mirovbûna mirovî bi rêka eqlî dest pê dikit, dîrok ji bo me diyar dikit, derbazbûn û çareserî bi dilînî, xirosk, zîzbûn û tolvekirinê nahêtekirin. Li vî demî mirov ji dîroka siruştî derbazî ya eqlî dibit. Divêt jêkcudakirna “hest û xirosk” û “eqil û lojîk”î bihêtekirin, çinku ev reftare bûye kûleyê hevdijya di navbera “eqil û giyan”î de! Dema xirosk û hez zalî ser eqil û lojîkî dibin, mercên şerî berhev dibin. Ol bê eqlangerî, tundutîjî û demargîriyê peyde dikit. “Eqil biryara dijî tev neberaqiliya li cîhanê ye”. Îro di hizrên îslamê de rewşenbîriya “tekfîrê” cihê ya “tefkîrê” girtiye, bi encam lojîka tekfîrê zalî ser ya tefkîrê bûye. Lewra divêt eqil serdarê tev bûyer û helwestan bit. Pirisgirêkên vî eqlî bi niviştî û bazbendan çareser nabin. Ev paşxane nikarin birînên me bi awayekê tendirust derman bikin.
Mirov nikarit ji stemkarî rizgar bit, eger ji rewşenbîrî, bawerî û têgehên stemkariyê rizgar nebit. Stemkarî bi xwe jî girêdayî heza kûletiyêye, ev yeke bi xweşiya bindestiyê dihête binavkirin. Di çeveng û îkonên kevnar de, pêtir wênên şîr û hesp dihête dîtin, ev jî formê deshilatê wekî stemkariyê berçav dikit. Tirs dirovekê vavêrê rewşenbîriya stemkariyê ye, tirs ji “azadî, takekesî, têhzirkirina rexney/ eqlanî, modêrnîzm, cudayî û şaşî”ê. Kulturê lêborînê bi vî awayî dirust nabit. Binêrin ezmûna Gandî/ asiya û Mandêla/ Afrîkiya, her du ezmûnan li cihê tolvekirin û tundutîjiyê li hember dagîrkirin û stemkariyê, lêborîn bikaranî û herdû serketin. Heman serbor li Japon beramber dagîrkirna Amerîka/ rojava, lê Japon li cihê dabran û tolvekirinê, mifa ji zanist û ezmûna rojava kir û xwe pêş de bir. Bi rastî serpêhatiya gelên din ji bo me mîna laborekêne, dikarîn mifay ji ezmûnên wan wergirîn, lê divêt bera hingî bizanîn ka em îro li kîjan qûnaxê dijîn.
Bi kurtî ev pêşketina li rojava dirusitbûy, encamê xwe guncandin û bawirî bi zanistî bû. Em hêşta di tonêla kevneşopiyê de dijîn, çunku em pend û serboran ji dîrokê wernagirîn. Lewra li derdorên dehmenên tevgera dîrokê li ser berhemê yê din dijîn/ berxwerîn!
Berlîn, 29.11.2015
*Li Parlemena Iraqê li ser navê YNK’ê parlementerê kurd
***
DIYARNAME