Taybet – Hesekê
Mişel Osman – Di roja înê de 25 – 12 – 2015 an de,li bajarê Hesekê, li hola Bengo ( Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li Sûriya ) di bin navê Herdû pakrewanê rizgariya Şengalê ( Şêrzad Masûm Mihemed û Ehmed Bozan Qiço ) Çalakiyek lidar xistin bi amadebûna jimarek pir ji xelkê bajarê Hesekê û Amûdê.
despêkê kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanan rawestiyan li ber sirûda netewî ( Ey Reqîb ) di pê re çalakî despê kir û her du lîstikvan pevre dilîstin jimara wan gihişte bêtirî 30 lîstikvanî, û di dawiyê de yên ku bi ser ketin hatin xelatkirin bi bawernameyan. :
1- Miqdad Mihemed giranbûna 91 k.
2- Ehmed Xalid Mi’o 81 k.
3- Hesen Mistefa Rezûq 75 k.
4- Yihya Tîbe 69 k.
5- Ehmed Murad Elxelîl 64 k.
6- Sîpan Ebdulezîz 60 k.
7- Mihemed Fêsel Salih 60 k.
8- Bişar Mihemed 58 k.
9- Şahîn Mihemed 54 k.
10- Ferhad Hisên Mamo 51 k.
11- Loran Silêman 48 k.
12- Ciwan Mûsa 38 k.
13- Ednan Oso 36 k.
14- Mihemed Ehmed Dawûd 36 k.
15- Ehmed Masûm Şikakî 34 k.
16- Macid Elî 57 k.
û herweha hinek rahêner jî hatin xelatkirin ( Fêsel Sadûn, Îmad Hec Birahîm, Mis’eb Hemîd, Segvan Mensûr ).
Derbarî vê çalakiyê, serokê Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li Sûriya Ednan Beşîr Şêxo ji Bûyerperss re got: ev çalakî yekemîn şampiyon bû li ser asta Kurdistana Sûrî di lîska boks de, bi rastî ev lîsk taybetmendiyek wê heye jiber ku nû ye di Kurdistanê de, me xwest ku em moralê xortan xurt bikin di warê werzeşê de, û em wan bi hev du bidin nasîn.
Hêjaye gotinê ku ev çalakî bi alîkariya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriya xwecehiya Hesekê hate lidarxistin, xortên lîska boksê yên ku beşdar bûn ji Hesekê û Amûdê û Dirbêsiyê bûn, em dixwazin ku ev lîsk bi rengekî xurt li seranserî Rojava belav bibe, eve pirojeya me di paşerojê de, û em bi hêvî ne ku em karibin li Kurdistana Başûr jî çalakiyan lidarxin, çalakiyên me hemû bi navê pakrewana ye ya pêşî bi navê pakrewan ( Emgihan Mistefa Badînî ) bû û ya îro biye. Di dawiyê de sipasiya E.N.K.S dikim û sipas bo we.