Refîq Îbrahîm
Îro di vê dema dîrokî de, di ev dama zêrîn ya ku li ser mesefeke zêrîn bi gûlê azadiyê hatiye xemilandin bîna wê li pozê hemû welatparêzan û leşkerê doza gelê Kurdan dixîne, îro bi serbilindahî û fidekearî keç û xortên Kurdan canê xwe bê bedêl bê hesab gorî axa Kurdistan pîroz dikin, ne li Rojavayê Kurdistanê bi tenê lê li her çar perçê Kurdistanê jî. Bakûr, Başûr,Rojhilat, Rojava, ya ku ana bûye sembûla berxwedana Cîhanê, kû hemû xelkê Cihanê dan zanîn ku îro yê ku pirsgirêka Rojhelata Navîn bi wan çareser dibe Kurd in. Yê ku dikarin xwe û hemî gelên deverên Kurdî bi tevahî biparêzin. Yê ku li ser erdê roleke mezin bilîzin Kurdin, bê hevkariya wan tu çareserî nabe. Ji ber vê yekê em bi çavê xwe dibînin bi guhê xwe dibhîzin bê çi tê gotin çi jî dibe, bi taybet di çareserkirina kirîza Sûryê de ku ev serê zêdî çar salan gelê Sûryê wekî fetbolê li ber lingan çûye, ji ber alozya dibendî ku di nav dewletê alîgirê rejîmê wekî ( Rusya, çînê, îranê..) û alîgerê opozisyonê wekî ( Emerîka, Ferensa, Birîtanya) heta bi dewletî erebî jî dibendî ne. Çimkî her kes li gorî bercewendiyên xwe kar dike û benik bi alî xwe de dikeşîne her yek dixwaze cihê nigê xwe tê de bi cî bike.
Ji lûma hetanî ana tû çare jê re nehatiyê dîtin. Lê divê ev kesana zanibin ku pirsgirêka Sûriyê bi xelkê wê çareser dibe. Bi alîkariyakesên di êş yên xêrxwaz yê ku li gorî bercewendiyê hemû pêkhatiyê sûriyê xebat û lêkolîna dikin. Ne ew kesên wekî guran li bendî kelaxekî mirî be da perçakî jê birevîne gelê sûriyê bi tevahî jê bê par bimêne. biştî van êş û azarên giran vê xerabûna mezin evqas kûştî, birîndar, penaber , ma qey nebese gelî siyastmedarên hemû cihanê yan hûn dixwazin hîn jî ev xirecir berdewam bike ji bo ev kesê mane jî li ber niga biçin. ji ber gava merov bixwaze çarakê bibîne dive bi hişmendî merov nêzîk bibe cûdayê nexe nav gelê sûriyê de. Her kesî qebûl bike dan û stendinan pê re bike mafê tu kesî nexwe. Ji ber gava şorş li dar dikevin tên ku wan sîstemên şofînî yên li dijî mirovahyê û kesayetyê bigûhere, li dijî wan bisekine ne ku yên xwe bikin xwedyê şoreşe ji rêcîmê şofînî xerabtir bike ev yek ji sedemê ku heta ana pirsgirêka sûriyayê çareser nebû ye, çimkî şoreş guhertina bingehiya fikir û ramanana gûhertin wê mejiyê zingergirtî ye ji ber vê yekê dive her kesê xwe şoreşger bibîne sîstema xwe jî serî hetanî binî bigûhêre, ma çêdibe ku mirov şoreşgêr be di heman demê de jî dictator be….!? Gava şoreş lidar dikevin gûhertinên pir mezin bi xwe re tînin. Ji ber vê yekê em wekî netewa Kurd ku bi hezarê salan tê perçiqandin, tûnekirin, hemû rengê tundiyê li ser tê meşandin recîmê desthilate dar bi hemû awayî doz û xwesteka Kurdan tûndikirin heta bi axevtina zimanê wî lê qedexe dikirin gelek zilm û zordarî êşkence li ser didan meşandin da gelê Kûrd xaka xwe berde deverê Kurdî bi xwe bihêle kesên di netewên xwe tê de bi cî bikin bi derbasbûn meh û salan re dimografiya deverên Kurdî bê gûhertin êdî xêr û bêra welatê me pê bimîne. Lê gelê Kurd bi ser lîstokn wan vebûne bi fidekarî xak, çand, ziman û filûklorê xwe parast tev li hemî astengiyên dijwar, girtin, lêdan, kûştin tev li wiha jî gelê Kurd ji ser doza xwe venegerya rêça ku Seyed Riza, Qazî Mihemed, Berzanî û Ocelan dabûne ser can û bedena xwe jê re kirin diyarî. Ew rê şopandin gelek qurbanî di rêça serfirazî û azadiya Kurdistanê de kirin gorî da gelê Kurd wekî hemî gelê cîhanê bijî.
Ev incamê di vê demê de tên bi destxistin ji wê berxwedanê, lehengiyê û welatparêziya bê hempa ya nehatiye rawestandin ji sedê salan tanî roja îro ku gelê Kurd gihaye vê qûnxa pir buha ku bîna aştiyê, azadiyê, serxwebûnê ji xaka Kurdistanê ya pîroz tê îro di vê demê de gelê Kurd di hemû wextî bêtir nêzî azdî û mafê xwe ye bi tabet di Rojavayê Kurdistanê de ji ber tû kesî wekî Kurdan fêde ji tevliheviya Sûrî nekirin, lewra zû bi zû ketin liv û tevgerê bi zanebûn bi rêxistin saziyê xwe ava kirin, lê herî balkêş damezirandina hêza YPG ê bû ku her kes dizanin ku ne jê baya kesî nizanîbû wê halê me û deverê Kurdî çi baya, ev hêza ji dilê civak a gelê Kurd hat avakirin roj bi roj mezin bû bi tevlêbûna ciwanên dilpak ûhêja ku ana bûye hêza yekemîn li seranserê Sûryayê, ev hêza ku karîbû parastina seranserê Rojava bike, ji sînorê Başûrê Kurdistanê tanî bi çiyayê Kurdan ta kû her kes gihişte bahweriyekê ku yê pişta tîrolîstan şikandin ev hêza Kurdan bû, yê xak rizgarkirin dîsa Kurd bûn, ne ji wan bûna ana yê wekî Daişê û Nusra wê di herêm de bana.
Geleka jî ev yek dixwestin pir pê kêfxweş dibûn, lê bi berxwedana keç û xortên me xaka pîroz bi bedena xwe xelat kirin bi xwîna xwe av dan, nehiştin kiryarên wan kevneperestan biçin serî. Bela ew di wê baweriyê de bin ku ev destkevtiyên gelê Kurd ku bixwîn û xwêdana van pakrewanên giranbûha ketin destê me de wê tu kes nikaribe nêzîkî wan bibe ew destê dirêjî xak û mafê gelê me bibe wê bê jêkirin wê qetqetî bibe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (33)an de hatiye weşandin