(Kongirê Şehîdên Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya)
Di dema (20-24/ 11/2015) de, Kongirê Çardemîn (Kongirê Şehîdên Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya), hate li darxistin di bin silogana:( Ji bo bi destxistina Mafên Netewî yên Gelê Kurd di Sûriyake Demoqrat û Fedral de).
Kongir rûniştina xwe ya pêşî, bi hazirbûna jimarek fireh ji nûnerên Partiyên Kurdî û Kurdistanê û Erebî û Aşûrî destpêkir, her wiha bi hazirbûna Rêxistinên Civîl û yên Civakî, û Kesatiyên naskirî yên Erebî û Aşûrî, û Jimarek mezin ji Hevalên Kevin û Endamên Kongirê Çaredemîn, û di pêşî de civata pêşî Kêlîkek bê deng sekinî li ser canê Şehîdên Şoreşa Sûrî bi giştî û Şehîdên Gelê Kurd bi taybetî, û piştre Sekretêrê Partiyê Heval Ebdul Hemîd Derwîş destpêkirna Kongirê Çardemîn ragihand, û dest bi xwendina Gotinên Mêvanan bû, û birûsk jî hatin xwendin.
Di roja din de, Kongir bi beşdariya (241) Endamî, karê xwe berdewam kir bi beşdariya hemî Rêxistinên Partiyê ji nav welat û ji Kurdistana Başûr û Turkiya û Ewrupa, û lîsta karê Kongir gelek xalên Siyasî û Rêxistinê giring li xwe girt, û Raporta Siyasî ya Komîta Navendî hate xwendin, têde rewşa Siyasî bi hemî aliyên xwe ve hatibû baskirin.
Li ser Astê Niştimanî: di Raportê de hat ku Kongir di Rewşeke gelek dijwar û xerab de tê li darxistin, ji ber vê Kirîza ku Welatê me Sûriya têre derbas di be, ya ku Milet Sêrî di (Adara 2011) an de, Agirê wê vêxist bû, ji bo ruxandin Rêjîma Diktatorî û bi destxistina Azadî û demoqratiyê, û avakirina sûriyake Demoqratî Perlemanî, ku Miletê Sûrî bi hemî pêkhatê xwe ve, hemî mafên xwe yên Netewî û Demoqratî bi dest xwe ve bîne, lê Rêjîmê tenê riya Çekdarî bi kar anî li dijî Şoreşê, guh neda wê nama vekirî ku Sekretêrê Partiya me Heval Ebdul Hemîd Derwîş şandibû ji Serok Komar re di (12/9/2010) an de, ku têde ev kirîza ku heye eşkere kiribû, û doza li darxistina Kongirekî Niştimanî berfireh kiribû, ku hemî pêkhatên Siyasî û Netewî tê de beşdar bibin…
Li ser Astê Netewî Kurdî: Kongir piştî gengeşeke dirêj û kûr li ser rewşa Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriya, biryar da xwe jê vekişîne, û tekeze kir li ser berdewamiya têkiliyan Partiya me li gel Partiyên (ENKS), û avakirina baştirîn pêwendiyan bi wan re, û Kongir Mûbaderek pêşkêş kir ku navendeke biryara siyasî Kurdî were avakirin li gele Partiyên çalak yên di nav ENKS û li dervî wê, herweha biriyar da ku Patiya me vekirî be li ser hemî aliyan bê dûrxistina kesekî, û di vî warî de kongir ji Partiyên Kurdistan yên serekî daxwaz kirk u alîkarbin ji bo cîbicîkirina vê armancê.
Li ser Astê Rêxistinî: Kongir biryar bi erê da li ser Rêzana navxweyî û Bernama Siyasî yên nû, û Komîta Navendî ya nû hat hilbijartin û jin û xortan jî ciyê xwe têde girtin, herwiha kongir bi tevaya dengan Heval Ebdul Hemîd Derwîş wek sekretêrê Giştî hilbijart, û Mekteba Siyasî jî hate hilbijartin, ku wê jî di nav xwede Desteya Kargêr destnîşan kir.. û gelek biryarên giring yên din jî hatin sitandin ku karê Partiyê bi pêşde bibe.
Herweha Kongir gelek Nameyên Sipasi û rêzgirtinê şandin ji bo: Şanda bilind ya (YNK), birûsaka (PDK), birûsaka (KCK), birûsaka (PSK), birûsaka (Heq-Par),Şanda (Zehmetkêşan), Şanda (PSDK), Şanda (Komele), Şanda Partiyên (ENKS), Şanda (Tev-Dem), Şanda Rêxistina Aşûrî ya Demoqratî, birûska Hemahengiya Niştimanî ya Hêzên Opsiyon û Şoreşa Sûrî, Birûska Desteya hevsaziya Niştimaniya Sûrî, û sipasî ji bo beşdariya fereh ya Rêxistina Civata Civîl û Rêxistinên Xortan û Jinan, û ji bo Nûnerên (YPG) û (YPJ), û ji bo Kesatiyên Ereb û Çeçan û Êzîdî û Aşûrî, û ji bo hemî Hevalên Kevin, û yên din ku beşdarî Kongirê me bûn, çi bi hazir bûn yan jî bi name û birûskan..
Di dawî de, Komîta Navendî sipasiya Serokatiya Herêma Kurdistana Başûr dike ku asankarî kir ji bo derbasbûna Endamên Kongir, herwiha sipasiya Rêvebiriya Xala Sînorî ya (Sêmalka) ji herdû aliyan ve kir, û sipasiya hêzên Asayiş kir ku kongir parast, hêjaye gotinê ku beşdarbûneke berçav hebû ji dezgehên Ragihandinê di belavkirina nûçeyên Kongir de..
– Bijî Kongirê Şehîdên Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya( Kongirê Çardemîn)
– Yekrêziya Kurdî, gerantiye ji bo bidestxistina Mafên Netewî yên Miletê Kurd li Kurdistana Sûriya
Qamişlo 27/11/2015
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya