Rêxistina Daişê êvara roja Sêşembê deh kes ji girtiyên Til Temirê serbest berdan, ku nivê wan jin in.
Jêderekê ji Toreya Mafê Mirovan diyar kir ku girtiyên ji kêmnetewa Aşûrî saet 5ê êvarî gihiştin bajarokê Til Tmirê li parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, û tendirustiya hemûyan saxlem e.
Jêderê destnîşan kir jî ku ew ji bajarokên Til Şimêram, Til Cizîrê, û Til Fêda ne. û hejmara kesên ta niha ji destê Daiş serbest hatine berdan gihiştiye 98 sivîlan, piraniya wan ji nexweş û kalemêran e.
Rêxistina Daiş di 23 Sibata bûrî de 235sivîlên Aşûrî piştî gurbûna şer di navbera wan û Yekîneyên parastina Gel (YPG)ê de hatibûn revandibûn.