Leşkerên Tirk li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê welatê kurd bi navê Remedan Fariq (48) ê ji Kobanê kuştin.
Welatiyên gundê Siftekê yê li ser sînorê Bakruê Kurdistanê ye di saetên êvarê de li nêzî sînor cenazeyê kesekî dîtin. Piştî hêzên Asayîşê lêkolîn kirin derket holê ku cenazeyê welatiyê bi navê Remedan Fariq ê ji gundê Girdê yê Kobanê ye.
Hate zanîn ku Remedan dema bi armanca kar berê xwe dabû herêma sînor da derbasî Bakurê kurdistanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin. cend rojan ve cenazeyê Fariq li erdê mabû.
Hêzên Asayîşê cenazeyê Remedan radestî malbatê kirine..
PUKmedia