Alan Pîr Mem
Kes ji ber berpirsiyariyê nereve û xwe ji ber xwe û mal û welat û çarenûsa herêma xwe, xwe mede alî, ji ber ku em jê ne û wê her rojek bêt ku êdî em careke dî lê vegerin, û heger ne em bin wê helbet zarok û neviyên me bighêjin vê serdemê ku xwe tê de êdî serbest bi welat û xêr û bêrên welêt bibînin.
Lê ne ji ber van gotinan ez vê nivîsarê ji we re li ber çavan radixim, bêhtir ku min dixwest êdî ez careke dî berê xwe bidim ciwanên kurd, xort û keçên me yên ku îro li welatên Ewrupayê rûdinên, yên ku ev salek wan û yên ku ev pênc û şeş salên wan li van welatan, ka hûn çi dikarin bikin..? Ka hûn çi dikin..? Ka êdî em ji hev bipirsin, bê em li vir li nav van xelkan li çî xwe digerin..? Ez ê dûr neçim û ez ê bînim ser rewşa xort û keçên me û bi pirranî xortên ku li Elmaniyayê niştecî bûne û li vir mafê rûniştinê bi fermî sitandine.
Ji we re derdikeve îro roj ku hûn li zankoya bixwînin, bixwînin û bibin bijîjek, berfedêr, û endezyar û ji xwe re û ji welatê xwe re bibin her tişt, hûnê sibe vegerin û wê welat destê alîkariyê ji we bixwaze, jiyan ne bi tenê şer e, em tev YPG û Pêşmerge ne lê bi hawekî din, ji we nehat hûn bixwînin li zanko û dibistanên mezin û ekadîmiya, berê xwe bidin kar û fêrî kara bibin, kes ji min re mebêje çênabe û bi dest me nakeve, ji we tevan re derdikeve û hûn tev de jî dikarin bibin xwedan kar û hûnê ji xwe sibe vegerin, wê welat jî bi rola xwe destê alîkariyê ji we bixwaze, hûn xwe li van welatan baş û dirust ava bikin, ji van welatên pêşketî sûdeyê werbigrin û derfetên ku îro roj ji we re li van welatên Ewrupî derdikevin û bi taybet li Elmaniyayê derfetên ji zêrin û wê hew bi dest we bikevin ku hûn îroj xwe bernedin nav xwendin û fêrbûna kar û baran.
Hûnê vegerin, lê zana û xwedan kar û xam vegerin, da ku hûn xelk û qadê bi avahî û zaneyariyê bixemilînin.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015