Şahîn Bekir Soreklî
Pisîkê cînarê me li pêş deriyê me ye. Dema dêrî vedikim xwe li pêş dêrî li ser piştê vedixe û ji min divê ku zikê wî yan bin stuyê wî bixurînim. Navê pisîkê cînarê me Jimmy ye. Zengilekî biçûk yê bi stuyê wî ve bi benekî zirav hatî girêdan, mirovî haydarê hatina wî dike; cînar hemî wî dinasin.
Li welêt pisîkên me yên salên zarotiyê ne weha bi nerx bûn; ya rast me nerx nedida wan. Pisîkên me, wekî ez di nav hewzê rojên zarotiyê de bi bîr dihînim, her ji ber me direviyan. Ji ber ku xwarina pisîkan her kêm bû, ew neçar diman xwarinê bi şêweyên din bi dest xin. Bi encamê xwediyên malan didan şopa wan û ew wek dizên şerpeze direviyan. Ma gotina “Reva pisîkê ta kadînê ye” hema wilo ketiye nav çanda Kurdan! Erê, pisîkên me yên birçî û bênerx neçar diman vegerin sinçiyê nêçirvaniyê; û dema wan çêlîkên kurkan dixwarin fermana mezinên me li dij wan gurr dibû. Carine gundiyan pisîkek digirtin û dixistin nav çiwalekî, dibirin li şûnên dûr yên vala çeng dikirin. Carine jî pisîka di nav çiwêl de bi ço dikuştin.
Me zarokan ji çêlikên pisîkan hez dikir, bi wan re dileyizt û heta carine nan û şîr jî dida wan. Dema mezin dibûn dostaniya me ji navberê radibû, wekî dostaniya me ya bi berx û karan re.
Me gellekî ji berx û karan hez dikir. Di stranên me de, dayan zaroyên xwe û evîndaran hezkiriyên xwe wek “Berxê/Berxa min” bi nav dikirin. Dema berx û kar mezin dibûn ew yan bi kêrê dihatin serjêkirin, yan jî li mezatên bajaran dihatin firotin. Dostaniya bi keçan re jî kêm-zêde weha bû. Çaxa biçûk bûn bav û biran ew hembêz dikirin, radimûsan, digerandin û bi wan re dileyiztin. Dema mezin dibûn ew nêzikiya ji navbera wan radibû, şûna wan êdî li aliyê jinan bû. Tenê bo xizmetkirina bav û biran diçûn odeya peyan, ger kesekî namo (xerîb) nebûya. Odeya gundan ne şûna keçan bû, tenê peya li odeyê dihatin dîtin. Me bi xwîşkên xwe yên berbext re nedilîzt, ne jî me bi dirêjî ligel wan diaxift. Bi kêmasî dema zarotiya min weha bû.
Çawa ku sêwiyek xweziya xwe bi kesên xwedan day dihîne, ez jî xweziya xwe bi wan kesan dihînim ku di rojên zarotî û ciwaniya xwe de bi xwîşkên xwe re têr axaftine, ew baş nasîne û piştgirî li meraq û daxwazên wan kirine. Hele tew keçên xalan, apan, xalitiyan, metan, û keçên cînaran! Nêzikbûna ji wan û axaftina bi wan re hema-hema qedexe bû. Ger ne qedexe bûya jî, me li xwe qedexe kiribû, yan nedizanibû em ê bi wan re li ser çi bipeyivin. Tiştê seyr, yê mathîştinê, ew e ku kesekî dan-û-stendina bi wan re bi şêweyeke aşkere berbend nekiribû; kesekî negotibû, Filano, tu dê ligel filanê neaxafî; yan filankesê, tu dê ligel filankesî nepeyivî. Kesekî/kesekê negotibû axaftina filan kesî û filan kesê bi hev re qedexe ye. Lê erf û toreyên me xwe xistibûn nav xwîna me. Çanda me wek kirasekî xwe li me kiribû, em ji her shêweya têkiliya bi kesên mê re ditirsiyan. Xwerista me ya herêmî em ligor xwe “terbiya” kiribûn.
Belê, pisîkê cînarê me îroj ne tenê pisîkên rojên zarotiyê bi bîra min dihîne, lê gellek kes û tiştên din. Lewma ez bi Jimmy re dipeyivim û wek mêvanekî delal pêşwaziyê lê dikim. Jimmy pisîkekî serbilind e, nahêle kesek bi lingên xwe zikê wî bixwirinî. Mirov dikare tenê bi destan wî bixwirîne, yan na: hêrs dibe. Xwarinê jî ji cînaran nagire. Tenê xwarina ji xwediyên xwe dipejirîne. Berê bi carekê ve tiştek ji dest min nedigirt, lê nuha em êdî dost in. Ger xwarina bidimê goştê li keyfa wî be dixwe, bi rêzgirtin û wek zarokekî “terbiyakirî” dixwe.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015