Roja borî leşkerên Tirk li nêzî gundê Girê Sor a ser bi navçeya Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bi wesayîtên zirxî koma welatiyên sivîl ên ji 40 kesan pêk tê gulebaran kirin.
Li gor nûçeyeke ajansa DIHA`yê di encama gulebarana leşkerên Tirk de zarokek 15 salî tevî 2 jinên navê wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dane û di nav de zarok û jin jî heyî 9 kes birîndar bûn.
Piraniya birîndaran birin Nexweşxaneya Emel a li Kobanê û 4 kesên rewşa wan giran jî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê rakirine nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê.
Xendan