Berbanga îro duşemê 10/8/2015 li bajarê Stenbolê ji aliyê du kesan ve êriş li dijî konsolxaneya Emerîka pêk hat.
Kanala Ntv ya Tirkî di debarê wa êrişê diyar kir ku du çekdarên ku nasnama wan nehate diyarkirin, ku yek jê jin yek jî zilam bû, gule li avahiya konsolxaneya Emerîka ya li Stenbolê barandin û bi hêzên polîs re ketin pevçûnê.
Ntv her wiha da zanîn ku piştî 15 deqe ji pevçûnan, ew her du kes ber bi cihekî nediyar ve çûn û polîsan jî dest bi lgerînê kirin.
Derbarê ziyanan de jîî Ntv diyar kir ku hêzên polîs hê ti encam nedane, lê belê hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê li derdora konsolxaneyê hatine bicîkirin tevî tîmeke pisporên bombeyan.
PUKmedia