“ Kurd netenê hewcedarî piştgiriya hevpemyana Emerîkî û dewletên rojava ne, belê giringiya wan bi yekîtiyê heye û yekrêziya mala kurdî pêwîst e”
Alan Alûcî
Bi despêka Buhara Erebî re li Tûns, Qahîra, Yemen, û Sûrî hat destnîşankirin pirojeya ku bi çendê salan welatên Rojava li ser dixebitîn ew jî pirojeya parçekirina Rojhilata Navîn û parkirina wan dewletan bi herêmên jihevcuda, wek ku têne xwendin ev piroje dibe derfetek zêrîn ji kêmnetew, ol, û ayînên jihevcihê re .
Li Sûriyê, piştî guhertina şoreşa aştiyan e bi şoreşa çekdarî, û berdewamiya vê şoreşê û avakirina gelek hêzên çekdar li wê navçeyê, bû sedem ku Sûriyê bi taybet, û Rojhilata Navîn bi giştî îro bûne qadeke berfireh ji destwerdana dewletên herêmî, û navdewletî re, û her dewletek li gorî berjewendiyên xwe dixebitin.
Lê bikaranîna vê pirojeya parçekirina Rojhilata Navîn li ser asta cîhanî dibe, du tewerên sereke bêne avakirin tewerek Emerîka û hevalbendên xwe û ya din Rûsya û hevalbendên xwe û nakokiyên van her dû tewerên sereke dibin rêgir li ber çareserkirina kirîza Rojhilata Navîn, dêmek her yek ji wan dixwaze sûdê ji vê pirojeyê bigre û bibîne .
Lê gelo wê cihê Kurdan di nava vê pirojeyê de çi be?
Wek ku tê xwendin kurd beşek in ji vê pirojeyê, rola wan li ser zemînê heye Li gorî nexşeyên ku têne danîn ji Rojhilata navîn re ji hêla hin kesên pispor ve, û ji aliyê hin dewletên Rojava diyar dibe ku Kurd xwedî sûdeya herî mezin in, di vê pirojeyê. ji peyala êşê ya rêkeftina Saykis Bîko vexwarine, û ew di nava çar dewletan hatine biparvekirin: “Turkiya, Îraq , Îran, û Sûryê”.
Bê ku ev dewlet venasînê bi mafê wan bikin wekû millet xwedî xak û ziman, tenê bi çavê netewek biçûk lê dinêrin, û setemkarî di derheqê wan de bikar tînin. Lewra kurdan qurbaniyên mezin danîn, û Cînosayd jî dijî wan hatine bikaranîn, lê Kurd ji daxwazên xwe venegeriyan û serî neçimandin.
Û deskeftên herî mezin ku Kurdan bi cî anîn, û venasînek cîhanî dabîn kirin, avakirina herêmek Kurdî li Îraqê û pêşketina vê herêmê di warê abûrî û avayî de bi taybet pêkvejiyana aştiyane bi hemû netewan re, bû sedema nêzîkbûna dewletên cîhanî ber bi Kurdan ve, lê ev deskeftinên ku Kurdan li Îraqê bidestixistin dibe ku metirsiyê li ser perçeyên din çêbike bi taybet piştî ku herêma Kurdistanê mijara serxwebûna Kurdistanê daxist rojeva Îraqê de.
Herwiha Piştî kontrolkirina beşekî mezin ji Îraq û Sûrî ji alyê rêxistina Da’iş ve, û gevên wan bi avakirina dewletek Islamî li herdû dewletan, û pêkanîna komkujiyan di derheqê kêm netwan de, bû sedema piştgiriya welatên Rojava ji Kurdan re, û destpêka vê piştgiriyê li Şengalê derbû dema ku Emerîka dît ku Da’iş bi kontirolkirina wê ji Şengalê re metirsiyek li ser Kurdan çêdike. Emerîka û hevalbendên xwe odeyeke oprasisyonê ava kirin bo şerê Da’iş di riya asîmanî re bê kirin.
ji bilî çek û cebilxaneyên ku ji Kurdan re hatin pêşkêşkirin, hin dewletên Rojava kesên pispor di warê leşgerî de jî şandin bo rahînana hêzên Pêşmerge, û ev hemû bûn sedema guhertina rola şer ji bergiriyê ber bi êrîşkirinê ve.
kurdan bi piştgiriya balafirên hevpeymanan dikarîbûn metirsiya Da’iş li ser Kurdistanê dûr bixin, dêmek xuya dibe ku Emerîka giringiyeke mezin dide Kurdan, û bergiriyê di ber xaka wê jî de dike, bi taybet piştî ku gihişte wê baweriyê ku kurd dikarin parastina hemû ol û kêmnetewan bikin bê cudayî.Lê netenê li Îraqê li Sûryê jî piştgiriya Kkurdan hate kirin ji aliyê hevpeymanan, û cara yekem balafirên wan Da’iş bombebarankirin li Sûryê ,li bajarekî Kurdî bû li Kobanê, ev tê wateya ku Kurd dikarin şer di ber cîhanê de bikin, û wan hebûna xwe li ser zemînê ji xelkê re diyar kirin , û parastina wan ji hemû ol û ayinan re, hişt ku bibin dostê Emêrîka.
Kurd îro wek hêleke sor têne nasîn di nava Rojhilata navîn de, herwiha pirsek diyar dibe gelo wê Kurd karibin sûdeyê ji vê derfetê bigirin û nakokiyên xweyî navxweyî bidawî bikin?
Gelo wê ew di riwê hewildanên hin dewletên herêmî yê ku lev û xebatê dikin di nava kurdan de tenê bo yekrêziya wan ava nebe !!!
kurd netenê hewcedarî piştgiriya hevpeyana Emerîkî û dewletên Rojava ne, belê giringiya wan bi yekîtiyê heye û yekrêziya mala Kurdî pêwîst e divê rewşa ku Kurd tê de derbas dibin, dêmek li darxistin kongirê kurdî li ser asta her çar perçê Kurdistanê dikare nakokiyan çaresere bike û hêviyê miletê Kurd bi cî bîne.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015