Li gor bnûçeyeke ajansên cîhanî belav kirine ku berya çend rojan şervanekî dinê yê Ustrtalî li navçeya Kantrî li bakûrê bajarê Reqayê piştî birîndarbûna wî şehîd bûye.
Ajansa Konflîktnews belav kiriye : Piştî çend rojekê ji birîndarbûna şervanê Ustralî yê YPG bi navê (Ris Hardîng) li navçeya Kantrî li bakûrê bajarê reqayê duh şehîd bûye.
Diyar jî kiriye ku: Ris Hardîng temen 23 salî ye û ji destpêka berxweddana YPG li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li bajarê Kobanê pêwendî bi YPG re kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku duyemîn şervanê Ustralyayî ku li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji bo axa Kurdistanê feda kirine û şehîd bûne.
PUKmedia