Li nava taxên Kurdî yên bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanan û terorîstên DAIŞ de berdewamin. Her weha jî 4 xwekujên DAIŞ jî li taxên Kurdî hatine girtinê.
Jêderekê herêmî ji nava Hesekê ji Xendanê re reragihand: Piştî ku hêzên rêjîma sûriyê nekarî li hemberî terorîstên DAIŞ xwe bigrin û şer bikin cihê xwe radestî terorîstan kirin.Terorîstan karîn bi wê rêyê êriş bikin ser taxên Kurdî yên bajêr.
Aşkira jî kir ku Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê karîne taza Ezîziyê ji terorîstan paqij bikin û şer li taxên aliyê rojhilata Hesekê berdewame û şervan bi pêşve diçin.
Ji aliyekî dinê ve jî her şeva borî di demjimêr 12:30 xulekan de, ji aliyê hêzên cewherî yên bajarê Hesekê û hêzên YPG`ê ve 4 terorîstên xwekuj ên DAIŞ li taxa Muftî û Ezîziyê û Salihiyê destgîr kirin û ew radestî hêzên asayîşê hatin kirin.
Xendan