Balyozê Îran`ê li bajarê Turkiye paytexta Turkiye ragihand ku, welatê wî di warê rêgirîkirina li dirustbûna Dewletekî Kurdî li Rojavayê Kurdistan`ê piştevaniya Turkiye dike û got: Damezrandina Dewleta Kurdî li Rojava pîlangerî ye ku li dijî Turkiye tê bi kar anîn.
Balyozê Îran`ê Reza Bêkdelî li bajarê Enqere bo Malpera Daily Sabah ya Turkî ragihand ku, Damezrandina Dewleta Kurdî li Bakurê Sûriyê pîlangerî ye wku wek gef li dijî Turkiye tê bi karanîn.
Navbirî got: Pêwîste di navbera Turkiye û Îran de hemahengiyek zêdetir hebe ji bo parastina yek parçeyîya aza Sûriyê û damezrandina dewleta Turkî li Bakurê wê welatî jiberku damezarandina Dewleta Kurdî li Bakurê Sûriyê ziyanek mezin bo asayîşa herêmê dirust dike.
Beriya niha jî Serokkomarê Turkiye Receb Teyîb Erdogan ragihandibû ku, welatê wî bi tu awayî rê nade dirustbûna dewletek ya Kurdî li sinorê Başûrê welatê wî.
Xendan