Idrîs Hiso
Wek rewşa her miletên cîhanê, miletê Kurd jî hewlên xwe dane ku zimanê xwe bike zimanê şaristanî, rêveberî û hikimdariyê, lewma ji mêj ve zanayên miletê Kurd kar kirine ser dariştina Elfebêteke kuncaw ji dengên zimanê Kurdî re, lewma hewldanên Kurdan ne westiyane li deverekê û şêweyê nivisandina Kurdî ji qonaxekê derbasî qonaxek din bûye, lê bi daxewa ta êste jî miletê Kurd di pirsa nivisandinê de mîna hin pirsên din, ne li ser yek rêbaz û rêkeftinê ye.
Rast e kes nikare çavên xwe ji ked û xebata wan ciwanmêran bigre ku berdewambûn li ser hewlên peydakirina Elfebêteke kuncaw ji bo nivsandina Kurdî ji Erebê Şemo bigre heta bi Tewfîq Wehbê û Apê Osman û xeynî wan gelek, lê her nimûneyek an jî bîrokek nû merc û hokarên serkeftina wê, ew e ku di warê bikaranînê de biser bikeve, dema ku xelik encamê wê bîrokê bikar bînin û li ser berdewam bikin û tiştê ku bixwazin pê bighînin hinan din bi şêweyekî serkeftî dighînin, wê demê mirov dikare bêje ew bîrok ya raste û serkeftî ye.
Elfebêt jî wa ye, ji roja ku mirov dest bi nivsandinê kiriye û heta roja îro elfebêt guhertine heta ku em miletên cîhanê li ser vê doxa ku îro em wê nas dikin dibînin û em nizanin bê wê neviyên me bi çi şêweyê tîpan ji hev re binvîsin.
Dema behsa vê rastiyê tê kirin di warê Elfebêt û ziman de nimûne û ezmûna Mîr Celadet tê ber çav û bîra mirov, Mîr Celadet dizanî bû ku heger Kurd bi çand û ziman neyên parastin êdî bi qewta çekan ew nema dikarin zora dijminê xwe bibin, lewma roj û şev bi hev re girêdan û li ser pirsa ziman dixebitî heta ku di encam de giha dariştina Elfebêtekê û di roja 15 meha Gulanê sala 1932 de li Şamê ew Elfebêt yekem car di kovara (Hawar) de bikar anî û niha ji sala 2006de ev roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Ji wê rojê û heta roja îro tevî ku gelek kes derketin rexne li elfebêta Mîr Celadet girtin bi hênceta ku tîpên wê kêm in û nizanim çi kêmasiyên wê hene, lê ev 83 sale ku ev elfebêt berdewam e, Kurd pê dinivîsin, fikir û ramanên xwe pê ji hev re vedguhêzin bi hemî şêwezarên zimanê Kurdî bêyî ku ti kêşeyên gewre li pêşiya vê elfebêtê derkevin.
Heta ew kesên ku dibêjin kêmaniyê vê elfebêtê pir in bi eynî vê Elfebêtê dinvîsin û dema tu ji wan re dibêje bas e ji bo çi hûn bi Elfebêta “Temam” pirtûk an gotarên xwe belav nakin vê bersivê li te vedgerînin: “Ma xelk hemî li ser vê elfebêtê fêr bûne û heger em pê nenivîsin êdî kes van pirtûkan naxwîne”*
Ev delîlê serkeftina vê elfebêtê ye ku xelkê ew pejirandiye û dikarin di riya wê re tiştê bixwazin bighînin.
Helbet her kesê ku kedek kiriye ji bo parastina zimanê me keda wî pîroz e, lê mercên serkeftina her karekî ew e ku xelk wê bipijrînin û bibe sîstemek ji wan re.
Tevî vê nimûneya serkeftî ku wextî bibe 100sal, lê hîna jî Kurd ne bi yek Elfebeyekê dinvîsin û ev yek dibe sedema gelek nakokiyên mezin li pêşiya miletê Kurd û çanda wî li herêmê û cîhanê de,nemaze ku Îro rewşa Kurdistanê ne wek ti demên derbasbûyî ye, û Kurdistan bi taybet Başûrê Kurdistanê bûye wek qubleyek cîhanî welatiyên derdora 50 welatî lê dijîn û kar dikin û pêwîstiya wan bi zimanê Kurdî heye ji bo karibin li Kurdistanê karê xwe berdewam bikin, herwiha Kurdên her sê perçeyên din bi sedan heger ne bi hezaran bin li Başûrê Kurdistanê berdewam dijîn, ji bilî rewşa doza Kurd li ser asta cîhanê û pêşketinên ku di vî warî de çêdibin.
Ev hemî pêwîstiya Kurdan bi Elfebêtek yekgirtî an elfebêtek sitander heye da ku karibin xwedî zimanekî şaristanî, hesan û pêşketî bin.
Ez bi omîd im ku Roja Zimanê Kurdî bibe rojeke zanistî ji bo hewlên bikaranîna yek elfebêtê ji bo hemî şêwezarên zimanê Kurdî.
Ev gotar di hejmara(20)1.6.2015an ya rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin.
Û diyar e ku rola Başûrê Kurdistanê û zimanzanên Kurd dê di vê pirsê de serekî be.