Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG’ê) diyar kiriye ku di operasyona tola şehîdan de a li herêma Til Temir û Hesekê de ji 170 heta 200 çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ`ê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya nivîsîkî ya fermandariya giştî ya YPG ku wêneyek ketiye destê Xendanê têde hatiye ku: Şeva borî qadekî 23 gund û zedetirî 300 çete lê hebûne kiribûn dorpeça xwe de. Hêzên YPG/YPJ ji şevê din ve heta îro derbên giran li çeteyên ku dixwastin ji dorpeçê birevin xistin.
Her weha fermandariya giştî ya YPG ragihandiye ku ji şevê din ve heta niha di nava vî qadî de herî kêm 170-200 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Hêjayî gotonê ye ku operasyona hêzên YPG/YPJ ji 6 gulanê ve li herêmêm Til Temir, Serêkanî û Hesekê hatiye destpê kirinê û operasyon hîna berdewame û derbeyên giran li terorîstên DAIŞ dane.
Xendan