Şivanê Xeyalan ( Celal Remedan- Efrîn.)
Hîn roj nehilatibû min ji xewnên xwe xatir xwest
Bi gemiya zaroketiya xwe …
di nav deryayên xeyalan de
min berê xwe da welatekî winda
Bi beriya bavê xwe ya qetiyayî
min pilêta mirinê kirî
Bi derziya nîgaşan
min ji xwişka xwe re kerasek dirût
Bi wî welatê winda
min sînorên bi stirî li pêş kenê birakê xwe qetand
Lê min nizanibû wê hêsrên dayîka min gemiya min daqortînin …
û ez ê di nav keserên evîna li pey xwe de bifetisim
Bibûre bavo, min nikaribû nêçîra hêviyên beriya qetiyayî bikira
Bibûre keko, ava derya şor e, min nikaribû kenê te pê av daba
Bibûre xwîşkê, derziya çolikan bi tevî gewriya min di deryayê de winda bû
Bibûrin min nikaribû li wî welatî bazda
masiyan pêlên min xwarin
Bibûrin ez nikarim mîvanê vegerê bim,
rêç û riyên derya nîn in
Tenê dixwazim ku win silav û nameyên min bigihînin dê û êvînê û bibêjin :
Qey ez şehîd im ku bê kefen çûm
Û gora min jî ji welat mestir e,
tên ji himpêza we piçûktir e
lê zanibin
ku bîrkirina we hestiyên sînga min şikênandin