Duh 16/5/2015 danê paş nîvro, penaberên Kobanê yên konbajarê AFAD`ê ya li navçeya Pirsûsê xwepêşandan kirin û leşkerên Tirk jî bi bombeyên firmêskrêj êrişî penaberan kirin.
Penaberên Kurd ên kobanê yên li konbajara AFAD ya li bajarê Pirsûsê ragihandine ku leşkerên Tirk li penaberekî Kurd ku xwestiye bo debara jiyanê hin keresteyên xwarinê li nava konbajêr bifroşe lêdan kirine û ew rakirine nexweşxaneya Pirsûsê.
Li hemberî ev kiryarên leşkerên Tirk xelkê penaberên Kobanê li konbajêr ku zêdetir li 30 hezar penaberin nerazîbûn xwe nîşan dane û dest bi xwepêşandanê kirine.
Ji aliyê xwe ve leşkerên Tirk ji bo belavkirina xwepêşanderên penaber bombeyên gaza firmêskrêj bikar anîne. Her weha hejmarek mezin ji hêzên polîs û serbaz li dora kampa penaberan ketine amadebaşiyê.
PUKmedia