Piştî civîna wî ligel Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden, îro jî civîn û hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Washingtonê berdewam dibin, ku di nav de Barzanî wê li Peymangeha Atlantic Council gotarekê pêşkêş bike.
Li gor daxuyaniya Peymangeha Atlantic Council, biryar e îro saet 10:00 bi dema Amerîkayê, ango saet 17:00 êvarê bi dema Başûrê Kurdistanê, li nav avahiya peymangehê gotûbêjeke vekirî ligel Serokê Herêma Kurdistanê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku gotûbêj wê li ser paşeroja Kurdistanê, şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê û têkiliyên di navbera Amerîka û Başûrê Kurdistanê de bê kirin.
Herwiha di wê gotûbêja ku xelk û dezgehên ragihandinê wê amade bibin, wê astengiyên li pêşiya Başûrê Kurdistanê jî bên behskirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 3yê vê mehê çû wî welatî û şevê din ligel şanda Kurdistanê, ligel Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden civiya. Barzanî wê 7 rojan li Amerîkayê bimîne û piştre wê serdana Komara Çek û Macaristanê jî bike.
Serdana wê care ya Barzanî bo Amerîka gellek bertekên cuda li pey xwe anîn. Bi baweriya psporan ev serdan pir cuda ye, ji ber naveroka hevdîtinên wî pir dewlemend in.
Rûdaw