Konferansa Jinûve avakirina Kobanê ku ji aliyê Rêveberiya Kantona Kobanê ve bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê îro 2/5/2015, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê dest pê kir.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Serokê Rêveberiya Kantona Kobanê Enwer Muslîm, Hevseroka PYDê Asya Abdullah, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û ji Başûr, Bakur, Tirkiye û Ewropayê li dora 350 delege beşdarî konferansê bûn. Konferans bi rêzgirtina şehîdên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û bi hilbijartina dîwanê dewam kir.
Hevserokê DBPê Kamûran Yuksel bo serokatiya dîwanê hate hilbijartin, di axaftina xwe de got, “Kobanê bi hevkariya hemû kurdan û dostên wan ên Rojhilata Navîn, Tirkiye û cîhanê hate rizgarkirin û em dixwazin dîsa bi van bira û dostan re Kobanê ji nû ve ava bikin. Kobanê bûye bajarekî cîhanî. Em dixwazin wê bi rûmeta mirovahiyê re ji nû ve ava bikin.”
Konferans bi gotarên Serokê Rêveberiya Kantona Kobanê Enwer Muslîm, Hevseroka PYDê Asya Abdullah û şandên amadevan berdewam kir û hîna jî didome.
Xendan