Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan daxwaz kir ku dosya komkujiya Newrozê a li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê veguhêzin dadgeha tawanên navdewletî û weku tawana li dijî mirovatiyê bê nasandinê.
Di beyannameke xwe de ku wêneyek ketiye destê Xendanê, rewangeha Sûrî ya mafê mirov ragihandiye ku ew komkujiya ku rêxistina terorîst a DAIŞ li bajarê Hesekê şeva Newrozê li dijî bi dehan zarok û jinan encam da li dijî çanda pêkvejiyanê û azadiyê û li dijî tevahiya gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên wê ye. Weku heman kiryarên rêjîma Sûriyê ye ku bi milyonan xelkê Sûriyê dikuje û koçber kiriye.
Rewangeha Sûrî diyar kiriye ku di wê komkujiyê de 54 welatiyên Sûrî ku 20 ji wan zarokên li xwar 18 salî ne û 15 jin li jor 18 salî re ne û tevî 18 genc û zilamane tevî şervanekî ji YPG ye şehîd bûne.
Li dawiya beyannameya xwe de rewangeha mafê mirov daxwaz ji encûmena asayîşa navdewletî kir ku dosya vê komkujiyê û hemû tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê ku li hemberî gelê Sûrî hatine kirin veguhêze bo dadgeha tawanên navdewletî.
Xendan