Bi encama têkveçûnên kurtêlxurên daiişê di bereyên şer de,li rojava , berê xwe didin karên qirêjî ên ku bi kîneke tariye ji hemû pêkhateyên herêmê re,bi karekî teroristî ,kombûna gelê me ji zarok û jin û pîrên destvala dixwestin xetîreya aştiyê li bajarê heseka berxwedêr vêxînin ,wan ji xwe re kirin armanc û bi vî karê hovane,bi dehan ji gelê me şehîd kirin û bi sedan jî birîndar.
Em rêveberiya xweseriya demoqratîk li kantona cizîrê bi erkê xwe ji bo hemû pêkhateyên rojava pabendin û bi karê xwe derbarê xizmeta welatiyan bawerin,em di desteya tenduristiyê a encûmena cîbicîkir de amadebûna xwe radigihînin ku em xwe didin ber hemû mizaxên tîmarkirina birîndarên me li nexweşxaneyên kantona cizîrê ên ku bi vê êrîşa bêbext birîndar bûne û em hêvî dikin ku zû xweşnoş bibin û li malbat û binemalên xwe vegerin.
Her wekî ku em nav di gelê rojava didin da ku li kêleka malbatên pakrewan û birîndaran rawestin.
Di heman demê de em spasiya hemû deste û sazî û gelê xwe dikin ku bi erkê mirovahî û niştimanî radibin û em ji xelkê we ên rojava re tekez dikin ku desteya tenduristiyê herdem amade ye ji bo xizmeta gelê me li hemû bajarên kantonê.
Bi hev re em ê êş û azarên tevaya xelkên xwe ên ku malbatên şehîd û birîndaran e sivik bikin.
Qamişlo
Desteya tenduristiyê 21/3/2015