Berpirsekî ji Hêzên Pêşmerge li eniya Kerkûkê ragihand ku, wan daxwaz ji rêxistina DAIŞê kirine ku navê çekdarên xwe yê di destê Pêşmerge de diyar bikin, da ku ligel pêşmergeyên dîl biguherînin.
Berpirsê eniyên şer li Kerkûkê Aso Mamend ji Rûdawê re ragihand: “Me daxwaz ji DAIŞê kir ku navê çekdarên xwe yên ku ew ji me dixwazin, bêjin, da ku em jî wan li hemberî berdana pêşmergeyên dîl wan berdin. Lê heta niha ti bersiv ji me re neşandine.”
Li gorî agahî û daxuyaniyên fermandeyên Pêşmerge û rayedarên Başûrê Kurdistanê, di şerê DAIŞê de hinek Pêşmerge dîl ketine destê DAIŞê û beriya demekê rêxistina DAIŞê wêneyên wan pêşmergeyan li navçeya Hewîceyê ya Kerkûkê belav kir.
Gellek çekdarên DAIŞê jî bi saxî ketine destê Pêşmerge, lê DAIŞ bi pevguhertina dîlan heta niha razî nabûye.
Aso Mamend ku di heman demê de berpirsê şaxa yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye, wiha got: “Me daxwaza diyarkirina navê çekdaran ji DAIŞê kir, bi rêya çend kesatiyên sunne.”
Ew berpirsê Hêzên Pêşmerge amade nebû ku hejmara çekdarên DAIŞê yên di destê xwe de eşkere bike, lê got: “Ew çekdarên di destê me de ne, 2 cûr in: Hinek li eniya şer hatine girtin, û yên din jî, ji ber piştevaniya xwe bo DAIŞê hatine girtin.”
Derbarê hewlên wan bo berdana pêşmergeyên dîl, Aso Mamend wiha domand: “Em bê hêvî nebûne û em li ser hewlên xwe berdewam in û berdewam jî dibin.”
Rûdaw