Bi armanca nirxanidina encamê civîna hevbeş ya Cîgirê Serok Wezîrê Turkiye û Şandeya Partiya Demokratîj ya Gelan (HDP) ya roja 28 Sibat ya derbarê 10 xalên ji bo çareseriyê, Şandeya Şopandinê beriya Cejna Newroz`ê dê serdana Gireva Îmrali`yê bike û digel Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) Ebdula Ocalan hevdîtinekê encam bide, daku navroka peyama Ocalan digel xwe bînin û li Qandîl`ê di civîneke rojnamevaniyê de jibo raya giştî aşkere bike.
Tê gotin ku, Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) dê di heyva Nîsan ya dahatî de kongreya xwe ya Ne asayî saz bike, her weha xebatek taybet jibo çarenivîsa rêjeya ji sedî 25 kadroyên PKK yên bi regez Kurdên Sûriyê (Rojavayê Kurdistan`ê) tê kirin.
Tê çavrê kirin ku, di peyama Cejna Newroz`ê de Ocalan bangwaziyek berfireh li bajarê Amed`ê bike ku naveroka wê peyamê ji daxuyaniya hevbeş ya Şandeya (HDP) û Cîgirê Serok Wezîrê Turkiye Yalçîn Akdoxan ya Dolambaxçeyê berfirehtir be.
Ocalan dê banga Danîna Çekan û Destpêkirina Tekoşîna Siyasî li ser bingehê Biratita Gelan bike.
Hêjayî gotinê ye ku, jibo vegera gerîlayên ji çiyaan amadekarî hatine kirin, lê mijara herî zehmet rêjeya ji sedî 25 karoyên Sûriyê yên di nava PKK`ê de ne, ku jiber rêjîma Esed û şerê navxwe li Sûriyê tengasî hene ku ew ji bo kuderê bêne şandin.
Her weha xebat ji bo şaxê rêxistinê (PKK) yê Ewropa`yê, rêvber û jêderên darayî jî kar û xebat hene.
Jêder: Haber Turk,Rojnameya Akşam