YPGê diyar kir ku li Kobanî di 24 saetên dawî de 7 gundên din hatine rizgarkirin û gellek çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPGê derbarê şerê 24 saetên dawî yê Kobanî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şerê Kobanî ketiye roja xwe ya 151ê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên YPGê duh li başûre Kobanî li hemberî çekdarên DAIŞê operasyonek lidar xistin û gundên Gablek, Feyad, Bilêk, Qoçlîya Jêrîn, Zinarê Kûl û Xerab Xel hatin hedef girtin.
Di encamê de 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ew gund jî hatin rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li rojhilatê Kobanî gundê bi navê Mînîsê Kor hatiye rizgarkirin û di wî şerê de jî 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonên 24 seatên dawî de 2 şervanên YPGê şehîd û 3 şervan jî birîndar bûne.
Rûdaw