Piştî ku li bajarê Amedê ev pênc rojin Hevdîtina Hunerî ya Kurdistanê a Navnetewî ya ji bo rojavayê Kurdistanê berdewam dike îro 7/2/2015 pêşangeha Kurdistan hate vekirin.
Pêşangeha navdewletî bi beşdariya 230 hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyê dunyayê û bi amadebûna hevseroka şaredariya bajarê mezin ya Amedê Gulten Kişanak hate vekirin. Di pêşangehê de peyker û tabloyên hunermendan ku ev pênc rojin hatine amadekirin hatine nîşandan.
Hêjayî gotinê ye ku roja 2/2/2015`an, Hevdîtina hunerî ya Kurdistanê a navnetewî destpê kir. Pêşengeha navdewletî ya hunerî ya Kurdistanê ji 7 sibatê heta 7 adarê dê berdewam bike.
Li gor zanyariyên PUKmedia`yê dahata firotina tabloyan dê wekî piştgiri bo Rojavayê Kurdistanê were şandin.
PUKmedia