Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA), di derbarê serkeftina Kobanê dilxweşiya xwe anî ziman û got “Em wan şervanên bêtirs pîroz dikin.”
Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA), di derbarê serkeftina li Kobanê de dilxweşiya xwe anî ziman. Berdevka Wezareta Karê Derve Jen Psaki, di civîna rojane de balkşand ser mijara Kobanê û got ev yek pêşketinek erenîye. Psaki got, dê alikariya xwe ya bi hêzên Kobanê re berdewam bikin û anî ziman kû herem ji sedî 70’yî di destê hêzên heremê deye.
Fermandarîya Hêzên Navendê DYA jî di derbarê vê mijarê de daxuyanî da û dîyarkir kû Kobanê ji sedî 90 azad e. Di daxuyaniyê de wiha hete gotin: “Weke Fermandarîya Hêzên Navendê DYA em wan şervanên bêtirs pîroz dikin û ji bo keda wan jî spas dikin.
Xendan