Lêkolînên arkeolojiyê yên ku di havîna par de li Deşta Heranê ya Rihayê dest pê kiribûn, xilas bûn.
Lêkolînên ku meha Tebaxa par ji aliyê Wezareta Turîzm û Çandê ve li devera kevnar a Orenyeriyê yaDeşta Heranê hatibûn destpêkirina, xilas bûn.
Lêkolîn di bin banê Zanîngeha Heranê de û bi alîkariya Qaymeqamiya Heranê û Şaredariya Heranê hatin kirin û 80 kes beşdarî xebatên lêkolîn û kolandinê bûn.
Xebatên lêkolînê nêzîkî 2 mehan dewam kiribûn û hat diyarkirin ku dê di Adara îsal de dîsa dest bi lêkolînan bikin.
Serokê lêkolîn û kolanê Prof. Dr. Mehmet Onal li ser vê yekê got ku li rojhilatê Mizgefta Bala (Ulu) hemam, şîfaxane, cihekî avê û avahiyeke ku çar ode û hêwaneke wê heye, dîtine.
Onal destnîşan kir ku hemama ku hat kifşkirin di serdema Eyûbiyan de ji aliyê Îbnî Şeddad ve hatiye çêkirin.
Rûdaw