Di êrîşeke xwekujî de ku çekdarên DAIŞê li gundekî navbera Zummar û Telaferê pêk anîn hejmarek pêşmerge şehîd ketin û birîndar bûn.
Berpirsê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana li Sûriye (PDK-S) yê Hewlêrê Seyîd Umer ji Rûdawê re got ku di êrîşeke xwekujî de ku çekdarên DAIŞê li gundekî navbera Zummar û Telaferê pêk anîn de 4 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne û 27ên din jî birîndar bûne ku rewşa birîndaran jî metirsîdar e.
Seyîd Umer herwiha got ku Besam Mihemed Xelîl ku ji gundê Gir Ziyaret ê Dêrikê ye, Basil Hacî ku ji gundê Til Xenzîr ê Dêrikê ye, Emdiyan Mistefa Badînî ku xelkê Hesekê ye û herwiha Xemgîn Qedrî Xelîl ku ji gundê Dêrna Qulenga ye di wê êrîşê de şehîd bûn.
Seyîd Umer got ku wê sibe cenazeyên wan şehîdan bo Rojavayê Kurdistanê bên veguhestin.
Rûdaw