Ji 3 xwendekarên kurd ên ji serokê olî yê Îranê Ayetullah Xamaney re name nivîsandin agahî nayên girtin.
Xwendekarên jin ên ciwan di nameya xwe de rewşa jinan û muameleyên xirab ên li girtîgehan vegotibûn û ji aliyê Îtlaatê (Serwêsa Îstîxbaratê ya Îranê) ve hatin girtin. Xwendekarên kurd Şîlan, Kewser Rehmanîpur û Çinur Ebbasî dema li Zanîngeha Tahranê dixwandin ji Ayetullah Alî Hamaney re name nivîsandin û pişt re ji aliyê Îtlaatê ve hatin binçavkirin.
Tê gotin ku pencşemê 3 xwendekarên jin li Tahranê hatin binçavkirin û di dema binçavkirinê de alavên jinan jî birin. Tu kes nizane 3 jinên ciwan birin kuderê û tu agahî ji wan nayê girtin.
Du hefte berê nameya îmzaya 18 aktîvîstên sivîl, parêzvanên mafên mirovan û xwendekaran li ser heyî ji Hamaney û Meclîsa Îranê re hatibû şandin. Piştî name gihiştin cihê xwe binçavkirin pêk hatin û kesên hatin binçavkirin birin kuderê tu agahî tunene. Ji jiyana jinên ciwan gumanan pêktên.
Girtiyên siyasî yên kurd Şoreş Ayene Bokanî û Salar Saîdî yên 3 meh berê di girtîgehê de di tecrîdê de dihatin girtin tu agahî nayên girtin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) her du girtiyên kurd ji Mahabadê ne û piştî hatin binçavkirin biribûn Urmiyeyê.
Xendan