Li bajar û bajarok û gundên Bakûrê Kurdistanê ji ber berfê rêya 600 gundên Bitlîs, Wan, Mûş û Colemêrgê hatin girtin.
Li gor agahiyên rayedarên navenda hişyarî û texmînan a meteorolojiyê li bajarê Wanê rêya 217 gundan, li Mûşê rêya 130 gundî, li Bitlîsê rêya 250 gundî û li Colemêrgê rêya 3 gundan ji ber berfê hatin girtin.
Her weha bi şev hewaya herî sar li Îdirê 2, li Erzincanê sifir, li Qers di bin sifirê de 12, li Agiriyê di bin sifirê de 10, li Erdexanê di bin sifirê de 8, li Erziromê di bin sifirê de 6, li Bitlîsê di bin sifirê de 4, li Mûşê di bin sifirê de 3, li Wan û Colemêrgê di bin sifirê de 1 pile hat pîvandin.
Rayedarên Meteorolojiyê hişyar kir ku li giştiyê herêmê ji ber barîna berfê cemed, mij û duman dê çêbibe.
PUKmedia