Şêro Dalînî
Kêl bi kêl
li çixareyên te yên vemirî digerim
goristan vemirî ye
xwe vêxe evîn
dikim ku vemirim
Baranan rûbike
xwe ji te pars dikim ha
bibare
bibare
hîn jî
hîn jî tiliyên min yên lerzok
ji xunava destê te
nimêj dikin
Ji bêrîkirinê
dilopên pecereya te
ez im
baweşênka betilî jî
ez im