Berî her mondyalekê têrma Hespê Reş derdikeve asoyê, xelk dipirsin kîjan tîm dikarin vê rolê bilîzin di lehengiya herî giring de di cîhana fotbolê de.
Vê carê bijartinên cemawerî navên (Belcîka, Kirwatya, Kolombiya û argway) didin pêş ji bo vê rolê bilîzin, ew ji ber lîstikvan û pîlanên xurt li ba wan hene, cîhan li benda ku bibîne kî dikare tiştên tîmine din berê dubare bike wek Kûriya başûr û Tirkiya yên ku lîstika nîvdawiyê 2002an lîstin û Bulgariya û Siwêdê yên ku nîvdawiya 1994an lîstin.
Dûrî van pêşbîniyan em dixwazin bersivê bidin çima ev nav li tîmekê dibe?
Têrma Hespê Reş di koka xwe de Birîtanî ye, ji (Dark horse) wergerandî ye, ev nav di despêka sedsala 19an de derkete holê di yariyên hespan de.
Hespê reş, cara yekê di dîrokê de -bi rengekî belgekirî- sala 1831ê bikar hat, nivîskar û siyasetmedar Bincamîn Dizrayîlî ew bi nav kir di romana xwe de ya bi navê (Doqê ciwan), di wê romanê de yariyek çê dibe, hespekî nenaskirî tê de serdikeve, wilo navê wî bû hespê reş tevî gelek caran rengê wî hespî sipî bû, Doqê ciwan nizanîbû ku ev hesp nenaskirî ye, gelek pere danîn li ser pêşbîniya wî ku ev hesp serkeve, li dawiya yariyê ew hesp serket û ew tiştekî kes pê pêşbîn nebû ji doqê ciwan pê ve.
Navê reş li vir nayê wateya rengê reş, lê ew bi wateya nehanî û nependiyê hatiye ji ber ew nabêjin (Black), lê (Dark) bi kat tînin.
Wilo hespê reş bû ew hespê nenas û lehengê kêliyekê, paşê di warine din jî bi kar hat, kandîdê ku ji nişka ve biser dikeve, dewleta ji nişka ve geş dibe û herweha di cîhana werziş û huner û sînemayê de.