Koçberî
Hesekê payîza 2013an))
Lewend deriyê hewşê li paş xwe girt, zîvirî,gavek bi pêş de avêt, dema ku çav li cada vala ket di cih de rawistiya, mîna birûskê li dilê wî da,tiştek di hundirê wî de hilwişî, bêhêvî û dilsariyê hestên wî girtin, matmayî û diljar li dora xwe nerî, qêrîna pirsekê di hinava wî de dengveda
– Ma eve taxa ez lê mizin bûm!!??
Nikarîbû bawer bike, dîmenek biyan bû, nedixwest bawer bike, xwe avête himbêza bîrhatinan, kete xeyalan, bîrhatinên wî li vê taxê mîna zincîrek ji wêneyan di serê wî re derbas dibû.
Sibehek payîzî bû, Gundê Miftî xemgîn û dilşikestî bû, mîna dayikekê şeva bûrî zarokên xwe bi oxir kiribûn, rê û rêçik,cade û kolanên wê vala bûn, malên wê bêdeng bûn, Gundê miftî vê sibehê taxeke sawêran bû.
Wêneyek di serê Lewend re derbas bû, zarokên Gundê miftî berê xwe didin dibistanê, dengê ken û qelebalixa wan bilind dibe, di hundirê malan de tê bihîstin, bazdidin bera pey hev didin şerdikin, xortên ku sibehan diçin karê xwe zarokan ji hev vedikin,jinên taxê, beroş û tasikên wan di destê wan de ne, berê xwe didin dikanan ta ku mastê taştê bînin,dîmen tabloyek jiyana çalak e.
Lewend destê xwe avêt bêrîka xwe,pakêta xwe derxist, çixarak pêxist, hilmek dirêj kişand û meşiya. Dengê gavên wî li ser cada nebaş qîrkirî dihat bihîstin,gavên xwe bi giranî tavêtin,dûyê çixara wî bilind dibû,hilmek din dirêj ji çixarê kişand çixare giha dawî,li ezman refek qaz dûrêzî hev bû,Lewend berê xwe bi ezman vekir û li refê qazan nerî,ev dîmena ku herdem şanazî û xweşî pê re çêdikir îro kulên wî tevradike.
Ezmanê gundê miftî herdem rêya koçberiya refên balindan bû, destpêka payîzan ji bakurê sar berê xwe didin başûrê germ, û destpêka havînan ji başûrê germ berê xwe didin bakurê hênik, lê îro refên balindên wê bi koman koçber bûne.
Ji nişka ve Lewend li xwe haydar bû ku ew nêzîkî mala Ciwan bû ye, vê gavê tirsek biyan kete dilê wî , Ciwan hevalê wî yî herî nêzîk û delal e, hevalê zaroktî û ciwaniyê ye,cihê raz û kul û derdên Lewend e.
Lewend lezand ta ku zû xwe bighîne mala Ciwan, mîna werîsekî li hustê wî geriya bû û hin bi hin lê dihat badan, Ciwan tenê dikare vî werîsî sist bike, herdem gava jiyan lê teng dibû berê xwe dida vî hevalî û li ser milê wî derdên xwe dirijandin ,hest û ramanên xwe bê sînor li ber wî eşkere dikirin , ew tenê cihê vehêsîna giyanê Lewend e.
li ber derî pîra diya Ciwan tenê rûniştibû, pişta xwe sipartibû dîwarê hewşê, serê wê di ber wê de bû,Lewend gihişt nêzîkî wê, rawistiya,bîn çikyayî silav lê kir:
– Siba te bi xêr be yadê
pîrê bi dengê Lewend re serê xwe hilda, dema çav lê ket û ew naskir keserek kûr kişand, pêre hêsir ji çavên wê bariyan, bi dengekî xemgîn got:
– Xwedê mala koçberiyê wêran bike kurê min
Hêsrên pîra kurd di nav qermîçokên riwê wê re diherikîn, rê li ber pirsa Lewend girtin, birsiv diyar bû, diya Ciwan bi hibriya xwe ya mûsilî hêsrên xwe paqij kirin, Lewend li riwê wê nerî rûdêma Gundê miftî tê re dît, nûka naskir çuqas bobelat mezin e.
Ev taxa ku bi salan li qiraxa çemê Ceqceqê jibîrkirî ma bû, gelek êş û azar bi ser de hatine, lê vê carê ne wek hemû caran, ne wek havînan dema ku çemê Ceqceqê ziwa dibe û dibe tenê cokeke genî ji ava karîzan re, hilma nexweş ligel komên kelmêşan bi ser cîneşînên wê de dişîne, xewa şevê ji çavên wan direvîne û nexweşiyan li derdorê diweşîne.
Ne wek buharan dema tirk ji alî xwe ve avê berdidin, lehiyê diyarî wê dikin, di encam de gelek malên wê binav dibin û yekcaran hin mirovên wê jî dibin qurbaniyên lehiyê.
Belê vê carê bobelat mestir e û birîn kûrtir e.
Lewend bêdeng ma, nizanîbû wê çi ji diya hevalê xwe re bibêje, zûka berê xwe guherî û bi lez meşiya, wî nizanî bû ku ji ber hêsrên pîrê direve.
Birûsk li ezman çirisî û bû gumguma tavê, pê re gelek hêvî û xewnên Lewend dihatin ruxandin .
Lewend gihişt meydana Alûcî , li hember ala rengîn ya li ser stûnê orta girovera meydanê daleqandî rawistiya, li alê nerî, wêneya serhildana 2004 an hate ber çavê wî, çawa xortên gundê miftî bi mêranî ala rengîn di xwepêşandanê de hildan, û çawa gundê miftî bi mêranî navê xwe di dîroka kurdî de nivîsand.
Du hêsir ji çavên wî herikîn, ala rengîn xwe li hev pêçabû û li bilindahiya xwe ji tenahiyê dilerizî.
Çipkên baranê tevli hêsrên lewend bûn, wê gavê yara wî Şêrîn hate bîrê, bi lez berê xwe da mala wê, bi gavên wî re baran xwirtir dibû, di hinava wî de hestin tevlihev diliviyan , mîna yekî ku bin av dibe li qirşikekê digeriya ku xwe pê bigre; wisa Lewend gavên xwe bi alî mala yara xwe ve tavêtin, li ser rexrêya hember mala Şêrîn rawistiya, li pencera wê nerî, pencere girtî bû, hemû pencerên malê girtî bûn, wê kêlîkê jiyan li ber çavê wî reşbû.
baran bi şirîn bariya Lewend di bin baranê de bazda, baran di nav laşê wî re diherikî, lê nikarîbû birîna hundirê wî bişo, gihişt ser pirê Çeqceqê, bi hesinê kêleka pirî girt û li jêr nerî, mirinê himbêza xwe jê re vekir, lingekî xwe danî ser hesin ta ku hilkişe ser, ji nişkê ve dengê tona nameyekê ji mobayla wî hat, destê xwe avêt bêrîka xwe mobayla xwe derxist. kir ku bavêje, dengê tona nameyeke din hat, bê vîn çavên wî li cama mobaylê ketin, dema ku navê Şêrîn dît bi lez name vekir û xwend:
– Baş li pencerê binere delalê min.
Lewend bi bazdan vegeriya, dengê lêdana dilê wî ji çipçipa baranê xwirtir bû, gihişt himber mala Şêrîn, li pencera wê nerî, gulek sor di ber kinara pencerê de bû, dengê tona nameyeke din ji mobaylê hat, Lewend bi şanazî name vekir
Şêrîn: Xemê nexwe delalê min, berî ku ev gul biçilmise ezê vegerim, bela tu bawer û bendewar bî.
Lewend bi tiliyên xwe nî şil nivîsand:
– Ez ji te hez dikim Şêrîna min……..ez ji te hez dikim……………………….