Di encama operasyon rizgarkirina Navenda Rewşenbîriyê ya Kobanê de emîrê DAIŞê ye bi navê Ebu Mesab el-Remalî hat kuştin.
Hêzên kurdî îro li Kobanê Navenda Rewşenbîriyê ya bajêr ji DAIŞê stand û dest danîn ser komek çek û cebilxaneya DAIŞê.
Hat ragihandin ku di encama êrişên îro de el-Remalî û çend çekdarên din jî yên rêxistina DAIŞê hatibûn kuştin.
Hat zanîn ku Ebu Mesab el-Remalî eslê xwe Siûdiyê û ji Riyadê bû û sala 2013an tevlî rêxistine bûbû.
Rûdaw