Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Federîka Mogherînî tê Başûrê Kurdistanê.
Ofîsa dîplomatîk a Yekitiya Ewropayê ragihand, Berpirsiya Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Federîka Mogherînî ji bo hevdîtina digel rayedarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, dê serdana Hewlêr û Bexdayê bike.
Li gorî daxuyaniya ofîsa dîplomatîk a Yekitiya Ewropayê, Mogherînî dê roja duşemê (22ê Kanûnê) serdana Bexdayê bike û roja paşên (23ê Kanûnê) serdana Hewlêrê bike.
Hat gotin ku ew rayedara Ewropayê dê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî, Wezîrê Derve Îbrahîm Ceiferî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.
Rûdaw