Hat zanîn ku rayedarên Îranê bi girtiyên siyasî yên kurd ên ku zêdetirî mehekê ye di girtîgeha Ormiyê de ketine gireva birçîbûnê, hevdîtin pêk anîne û ji wan xwestine çalakiya xwe biqedînin.
Zêdetirî mehekê ye 28 girtiyên siyasî yên kurd, ku piraniya wan bi îdamê hatine mehkûmkirin, li girtîgeha navendî ya Ormiyê li dijî siyaseta rayedarên girtîgehê ketine gireva birçîbûnê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, piştî ku komek çalakvanên sivîl û mafên mirov ên Rojhilatê Kurdistanê bangawaziya gireva giştî li hemû gelê Rojhilat kir, şandeke Daraz û Wezareta Îtilaata Îranê serdana girtiyan kirin.
Li gorî agahiyan, rayedarên îranî soz dane girtiyan ku dê cihekî taybet ji bo girtiyên siyasî çêbikin lê divê ew jî divê çalakiya xwe bidawî bînin.
Li hember vê yekê, girtiyên kurd jî hinek daxwazî pêşkêşî rayedaran kirine û gotine, rê bidin ew bi awayekî demkî derkevin derve her wiha malbatên wan bikarin di girtîgehê de serdana wan bikin, çimkî hinek girtî hene 20 sal e nekarîne bi awayekî demkî derkevin derve.
Girtiyên siyasî yên kurd her wiha daxwaz kirine rewşa girtîgehê jî were başkirin.
Komek çalakvanên sivîl ên Rohilatê Kurdistanê beriya niha bang li hemû gelê Rojhilat û partî û aliyên sivîl û siyasî kiribûn ku roja duşemê (îro) ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên kurd dest bi gireva giştî bikin.
Partiyên siyasî yên Rojhilat jî ji Rûdawê re ragihandibûn ku ew piştgiriya wê çalakiyê dikin.
Lê ev çend roj in piştî serdana rayedarên hikûmetê bi girtiyên kurd re, tê îdiakirin ku girtiyên kurd dest ji gireva birçîbûnê berdane lê kampanyaya bi navê “Îro Ormiye Dilê Kurdistanê Ye” ku ji bo piştgiriya girtiyên kurd hatiye avakirin, ragihandiye ku ew nûçe derew in û bi enqest tên belavkirin ji bo ku pêşiya çalakiya îro ya Rojhilatê Kurdistanê bigirin.
Tê gotin ku tirsa çalakiya îro bûye sedem ku rayedarên îranî bi girtiyên kurd re rûnên.
Rûdaw